Rêxistinên ciwanan: Sedema întîharan îqtîdar e 2020-02-20 10:20:05 STENBOL - Nûnerên rêxistinên ciwanan bal kişandin ser întîharên ku roj bi roj zêde dibe û diyar kirin ku yên bû sedema întîhara xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemir û kesên din iqtîdar e.    Li Tirkiyeyê qeyrana aborî roj bi roj zedetir dibe. Ji ber qeyrana aborî welatî dawî li jiyana xwe tînin. Di nava 12 rojên dawî de li Tirkiyeyê 9 kesan întîhar kir. Di nava kesên întîhar kirin de xwendekarên zanîngehe, mamoste, esnaf û esker jî hebûn. Tenê li gorî nadeyê saziya dewletê TUİK'ê rêjeya betaliyê ji sedî 13,4 e. Li gorî daneyên Rêxistina Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Kakerên Şoreşger (DİSK-AR) jî rêjeya betaliyê ji sedî 21 e. Li gorî daneya DÎSK-AR'ê piraniya kesên betal xwendekarên zanîngehê ne. Xwendezarên ku bi pereyekî zêde zanîngehê dixwînin piştre betal dimînin. Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Sîbel Unli, li ser medya civakî got "Di qerta min a xwarinê de 1 tl heye" û piştre dawî li jiyana xwe anî. Dîsa xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemîr ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anî.    Nûnerên rêxistinên ciwankan têkildarî întîharên dawî nirxandin kirin.    QEYRANA PERGALÊ HEYE   Endama Sendîkaya Ciwanên Xwendekar Esra Can, bal kişand ser qeyrana pergalê ya li Tirkiyeyê û wiha got: “Li Tirkiyeyê yên bindest û xizan fatûraya vê qeyranê didin. Xwendekar û karker vê fatûreyê didin. Bi polîtîkayên heyî êrîşî xwendekar, akademîsyen û qada siyasî dikin. Azadiyên me yên akademik dikin hedef. Mafê me xezp dikin. Êdî pergal êrîşî mafê xwendekaran jî dike. Em vê pergala ku riziya ye red dikin. Em wekî sendîkaya xwendekaran bang li hemû hevalên xwe dikin ku li dijî vê pergalê ji bo azadî û rêxistinbûna xwe û ji bo mafê xwe em bi hevre têbikoşin."    ‘DI VÊ PERGALÊ DE PÊŞEROJA CIWANAN TUNE YE'    Endama Komeleya Ciwanên Şoreşger Elîf Uçerlî jî anî ziman ku întîharên xwenekaran zêde di çapeeniyê de nayên dîtin û wiha got: "Dixwazin wekî 'Pirsgirêkên derûnî' bidin pênasekirin. Derûniya mirovan ji ber îqtîdara AKP'ê qera bûye. Di vê pergalê de pêşeroja ciwanan tune ye. Heqê kedê nayê dayîn. Li welat mêtîngeriyek mezin û qeyranek mezin a aborî heye. Ez hem xwendekara zanîngehê me hem jî karekî din dikim. Dewlet 500 lira kredî dide. Mirovek nikare bi 500 lira debara xwe bike. Ji ber vê yekê xwendekar neçar in kar bikin.    'XWENDEKAR RASTÎ CUDAKARIYÊ TÊN'   Endama Kolektifên Xwendekaran Cîhan Çîçek jî anî ziman ku hem pirsgirêka qeyrana aborî heye û hem jî xwendekar ji ber nasnameya xwe ya civakî û nijadî rastî tundî û cudakariyê tên. Çiçek, anî ziman ku dema li gorî pergalê tev negerin ji pergalê tên avêtin û wiha got: "Di xebatên zanîngehê de xwendekar tune ne. Her xwendekar hem karker e hem xwendekar e. Xwendekarên li bajarên mezin dixwînin ev bêtir dibe pirgsirêk."      Endama Hêzên Şoreşger ên Ciwanan Başak Yeşilot jî bal kişand ser întîharên dawî yên zêde dibin û wiha got: "Întîhar nîşan didin ku faşizm êdî nikare pirsgirêkên  civakî çareser bike. Pergala Kapitalist û îqtîdara AKP'ê di her qada jiyanê de mirov mahkûmî mirinê kirine. Cînayetên jinan û întîharên din ji hev ne cuda ne. Sibel Unli piştî  li ser medya civakî ‘Ez dikarim bi 1 lira xwarin bixwim' întîhar kir. Berpirsiyarê întîhara Sibel Unli û Hakan Taşdemîr kesên xwedî milyon dolar in. Kesên ciwanan bê pêşeroj dihêlin in. Îqtîdara AKP'ê bi xwe ye."    ‘JIYANA LI ZANÎNGEHAN BÊTIR ZAHMET E'   Ji Kovara Seruven Ulaş Bedrî Çelîk jî bal kişand zema her roj zêde dibe û wiha got: "Bi hezran xwendekar ji ber nikarin debara xwe bikin û nikarin bixwînin zanîngehê terk dikin. Ji bo ve yekê tu polîtîkayên îqtîdarê tune ne. Serokomar Erdogan dibêje 'bila xwendekar fêrî bursê û beleşiyê nebin' Lê zarokên wî li dervê welat li dibistanên taybet û zanîngehên taybet xwendin. Êdî tehamula me tune em wisa bijîn. Li ser pişta me şîrket zengîn kirin. Li aliyekî qriza aborî heye. Li aliyê din deynê bacê yê sedan-hezaran şîrketan paqij dikin."    MA / Tolga Guney