'Kurê min bêsûc e, bila nemire' 2020-02-20 09:05:26 EDENE - Der barê kuştina peywirdarê Serkonsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê Osman Kose û 3 kesên din de, cezayê darvekirinê li Mazlûm Dag û Mûhammed Beşîksîz hat birîn. Bavê Mûhammed Beşîksîz Şahîn Er bertek nîşan da û got: "Em dixwazin cezayê darvekirinê bê betalkirin. Kurê min bêsûc e, bila nemire."  Di 17'ê Tîrmeha 2019'an de li paytexta Kurdistana Federe Hewlêrê peywirdarê Serkosulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê Osman Kose û 3 kesên din hatibûn kuştin. Ji ber vê Mazlûm Dag û Mûhammed Beşîksîz di 10'ê Sibata 2020'an de li Dadgeha Ceza ya 2'yan a Hewlêrê hatibûn darizandin û dadgehê cezayê darvekirinê li her duyan birîbû. Her wiha dadgehê li kesekî jî salek û li 3 kesan jî 2 sal ceza birîbû.    Bavê Beşîksîz Şahîn Er bertek nîşan da û xwest cezayê darvekirinê bê xerakirin.    Bav Er, diyar kir ku di 8'ê Sibatê de çûye Hewlêrê û di 13'ê Sibatê de li Girtîgeha Hewlêrê kurê xwe dîtiye. Bav Er, anî ziman ku kurê wî jê re gotiye: "Di 10'ê Sibatê de danişîna me hat lidarxistin. Cezayê darvekirinê li min û Mazlûm Dag birîn. Tu eleqeya min bi wê bûyerê re tuneye. Ji xwe di dîmenan de nayê xuyakirin ku ez biçek im. Belehsebeb cezayê darvekirinê birîn. 4 mehan di binçavan de mam û hema bêje bi her awayî hatim îşkencekirin. Ên ev îşkence li min kirin polîsên Hewlêrê bûn. Di îşkenceyê de dixwestin ez qebûl bikim. Lê min qebûl nekir. Li dadgehê jî min qebûl nekir."    'BÊSÛC E BILA NEMIR E'    Bav Er, anî ziman ku 15 sal in kurê wî li Iraqê ye û hemwelatiyê wir e û got: "Tu sûcê kurê min tuneye. Niha jî dixwazin wî bi dar ve bikin. Niha dosye li Dadgeha Îstinafê ya Iraqê ye. Heger biryar bê qebûlkirin wê kurê min beleheq bê darvekirin. Em dixwazin ev biryar bê xerakirin. Bila cezayê darvekirinê bê xerakirin. Bila beleheq nemire."    MA / Hamdûllah Kesen