ROJEVA 20'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-20 09:00:01 * Endamê Desteya Rêveber ê Tora Ziman û Çanda Kurdî Parêzer Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku beriya her tiştî divê hiqûqnas di nava xwe de bi zimanê xwe biaxivin û got: “Divê zimanê Kurdî di jiyana me de cihekî bigire. Di têkiliyên me de dema em meseleyên xwe niqaş dikin em zimanê kurdî biaxivin û nivîsên xwe jî bi kurdî binivîsin.” * Cizîriyan krîza aborî nirxand û gotin: "Em her sal dibêjin xwezî bi par. Êdî mirov ji ber hêjarî û neçariyê întihar dikin. Ên li mala wan nan tunene wê çi bikin?"    * Der barê kuştina peywirdarê Serkonsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê Osman Kose û 3 kesên din de, cezayê darvekirinê li Mazlûm Dag û Mûhammed Beşîksîz hat birîn. Bavê Mûhammed Beşîksîz Şahîn Er bertek nîşan da û got: "Em dixwazin cezayê darvekirinê bê betalkirin. Kurê min bêsûc e, bira nemire."    *  Danişîna doza 41 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ku ji ber çalakiyên Parka Geziyê tên darizandin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.10)   * Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi boneya 4’emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe dê di 23’ê sibatê de li Enqereyê pêk were dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dê xebatkarên tenduristiyê ji bo meaşê wan ê nobedariyê nayê dayîn dê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00)    * Tora Ziman û Çanda Kurdî bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê dê li Eywana Konferansê ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Danişîna doza leşker Adem Çîftçî ku ji kuştina Medenî Yildirim tê darizandin dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00 - 16.00)