Dozger dîsa xwest Serokê Odeya Tabîban ê Şirnexê Kunî bê cezakirin 2020-02-19 13:28:17 ŞIRNEX - 6'emîn danişina doza Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê Dr. Serdar Kunî ku 4 sal û 2 meh ceza lê hat birîn û dadgeha bilind xerakiribû, hat dîtin. Dozger dîsa xwest Kunî bê cezakirin.  Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê û Nûnerê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Dr. Serdar Kunî, bi îdîaya “bi zanebûn u xwestin alîkarî daye rêxistinê" rastî 4 sal û 2 meh ceza haibû. Lê Dadgeha Îstînafê ceza xera kiribû û doz ji nûve hat dîtin. 6’emîn danişina doza Dr. Serdar Kunî li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Di danişînê Dr. Kunî û parêzera wî Senem Doganoglu amade bûn. Şahid R.E jî anîn edliyê û li salonê amade bû. Di danişînê de Kunî îfadeya xwe ya berê dubare kir û sûcê der barê xwe de red kir. Prz. Senem Doganoglu jî xwest delîl bên komkirin. Şahid R.E  jî got “Min teşhîs nekiriye. Ev îmze ne aydî min e. Ez serdar Kunî nas nakim" Konu jî dîsa parastin kir û diyar kir ku kesê der barê wî de îefade daye bi zora îşkenceyê îfade daye.   Prz. Senem Doganoglu ji şahid R.E. pirsa "Dema qedexeyên kolanan tu li girtîgehê bû ya na?" pirsî. R.E, jî anî ziman ku di 2 qedexeyan de li girtîgehê girtî bû. Dozger jî disa xwest Kunî bê cezakirin.    Prz. jî xwest dema parastinê bê dayîn. Heyeta dadgehê ji bo parastinê danişîna dozê taloqî 1'ê Nîsana 2020’an kir.