Ji ber qeyrana aborî di 12 rojan de 9 kesan xwe kuşt 2020-02-19 12:58:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekar, mamoste, ajokar û esker jî di navde ji ber qeyrana aborî di nava 12 rojên dawî de 9 kesan dawî li jiyana xwe anî.  Li Tirkiyeyê di rojên dawî de hêjmara întîxaran zêde dibe.  Xwendekar, mamoste, ajokar û esker jî di navde ji ber qeyrana aborî di nava 12 rojên dawî de 9 kesan dawî li jiyana xwe anî. Kesên ku hatin tespîtkirin ên dawî li jiyana xwe anîne wiha ne:    19 Sibat: Li Navçeya Manavgat a Antalyayê Halît Yilmaz  ji ber 26 hezar û 450 lîra deynê wî yê bankê hebû dawî li jiyana xwe anî.    19 Sibat: Mamosteyê Matematîkê Înan Avşar ku li dibistanake taybet dixebitî, xwe kuşt.    19 Sibat: Li Navçeya Karşiyaka ya Îzmirê Omur K., yê 57 salî dawî li jiyana xwe anî.    18 Sibat: Xwendekarê Pola 4'emîn ê Beşa Radyo û Tevîzyonê yê Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemîr xwe kuşt .    17 Sibat: Li Kolana Hûnerê ya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, çawîşê pispor Kadîr Toskar bi çeka xwe  xwe kuşt .    17 Sibat: Welatî Nezîr Kiliç xwe ji qata 4’emîn a avahiya Qeymeqamtiya Navçeya Cizîr a Şirnexê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Nezîr Kiliç ê 42 salî û bavê 4 zarokan ji sedî 76 astengdar bû.    16 Sibat: Li garaja kamyonan a Konyayê ajokarê kamyonê yê 37 salî Mevlût Çankaya ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anî.    15 Sibat: Li Îzmirê li navçeya Karşiyaka ya Îzmirê Î.A., yê 24 salî dawî li jiyana xwe anî.    7 sibat: Li Antakyayê, welatî A.Y., li ber walîtiyî piştî got “Ez birçîme. Bê karim. Li malê rewşa zarokên min xirabe. Zarokên min birçîne” dawî li jiyana xwe anî.