Raporên ji bo doza Medenî Yildirim dîsa nehatin amadekirin 2020-02-19 12:19:12 AMED - Danişîna doza esker Amed Çiftçî yê Medenî Yildirim di çalakiya li diji Qaleqola Lîceyê de kuşt, dê sibê berdewam bike. Rapora ku dadgehê salek berê ji TRT, TUBÎTAK û ATK’ê xwest hêj nehatiye amadekirin.  Di 28'ê Hezîrana 2013'an de dema protestoya çêkirina qaleqol-qereqolan ên li gundê Hêzan ê Licêya Amedê de Medenî Yildirim ê 19 salî bi guleya eskeran hatibû kuştin. Di ser mirina Yildirim de 7 sal derbas bûn. Lê hîn jî kiryar nehatine cezakirin. 9'emîn danişîna doza "Kuştina bi zanebûn" a li Adem Çîftî hatibû vekirin, dê sibê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Piştî Dadgeha Îstînafê biryar xera kiribû, di danişîna berê de heyeta dadgehê xwestibû ATK raporê amade bike. Lê heta danişîna 8'an jî ATK'ê rapora kesên pispor amade nekiribû. Heyeta dadgehê di 16'ê Gulanê de ji bo ATK'e ya Stenbolê, TUBİTAK'ê û TRT'ê xwestibû rapor amade bikin. Lê li gel nivîsa muzakereyê, rapora kesên zana nehat amadekirin. Piştî lêpirsîn temam bû, Parêzeran der barê Fermandarê Qereqolê de serlêdana sûc kiribûn û xwestibûn fermandar jî bê darizandin. Lê Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê lêpirsîna Fermandarê Qereqolê de biryara bêşopandinê dabû.    Di danişîna dawî ya 17'ê kanûna 2019'an de heyetê xwestibû rapora kesên zana bê amadekirin. Heyeta dadgehê Ji saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, ATK, TUBİTAK û TRT’ye xwestibû rapor binivîse û ji bo vê yekê nivîsa muzakereyê nivîsîbû. Heyetê cara ewil di 7'ê Sibata 2018'an de rapor xwestibû. Lê hêj rapora kesên zana negihiştiye destê heyetê. Ji 16'ê Gulana 2019'an heta niha heyet her danişîn ji bo raporê nivîsê dixwaze, lê hêj rapora kesên zana negihiştiye destê dadgehê. Danişîna dozê de sibê bê dîtin.