ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-15 09:00:31 * Alîgira Seroka Giştî ya ESP'ê Fadime Çelebî, bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û diyar kir ku her tecrîd giran dibe cudabûn û perçekirin jî zêde dibe û wiha got: "Rengê siyaseta Tirkiye bêtir sert dibe. Perçebûna li Tirkiye kûr dibe.  *Makbûle Uşer a nanê tendûrê çê dike û difiroşe, diyar kir ku piştî wan dest bi vî karî kiriye gelek jinên din jî berê xwe dane vî karî û wiha got: "Em bûn munasebata ku ev çand li her derê berbelav bibe."    *Malên ku bi salan qadên jiyanê yên gelê Sûrê bûn hatin rûxandin, niha li şûna wan otelên bûtîk û vîlla tên çêkirin.    *Qanûna ku tûtin qedexe kir û li Meclîsê hat qebûlkirin, bi awayekî zêde bandor li tûtinvanên li Bazara Otûrakçiyê kir. Tûtinvanên ku nikarin tûtina di dest xwe de bifiroşin, diyar kirin ku muxalefet jî ji vê yekê berpirsiyar e.    *Yûsûf Nakçî yê ku bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û paşê hat girtin, hat îdiakirin ku polîsên îstixbaratê çûne girtîgehê û sîxurtî lê ferz kirine, lê belê ji ber ku qebûl nekiriye sewqî Girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin.    **Helbestvan Elîxan Loran helbesta kurdiya kurmancî ya modern a Bakur a salên 2000’î û beriya wê nirxand û ev tişt gotin: “Helbesta salên 90’î dixwest hebûna kurdan îspat bike, lê ya niha jî dixwaze bûyerên wekî Roboskî, bodrûmên Cizîrê, cenazeyê dayika Taybet, mirin û komkujiyan îspat bike.”    *Dadgeha Îstinafê der barê dosyeya Şahîn Oner ê ji aliyê polîsê bi navê S.K. ku bi wesayîta zirxî ew eciqandibû û kuştibû de biryar da. Dadgehê biryar da ku bersûc S.K. bi tawanbariya "Kuştina bi qesdî" li Dadgeha Cezayê Giran bê darizandin.    *Esanfên Xana Zulfîkar Ogûllari ya Bedlîsê ji ber krîza aborî hew maye dikanên xwe bigirin. Seyîthan Şenol ku zêdeyî 20 salan e li xanê esnaftiyê dike, got ku cara ewil e ku ew bi krîzeke wisa mezin re rû bi rû mane.    *Li Şirnexê li ajokarên ku koçberên sûriyeyî siwar dikin, ji bo her koçberekî hezar lîre cezayê pere yê îdarî li wan tê birîn. Ajokarên mînîbusên rêwiyan bertek nîşanî vê yekê dan û anîn ziman ku ew nikarên navnîşana malê ji rêwiyan bipirsin.    *Li Edeneyê welatiyên teqawîdbûyî diyar kirin ku ew di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn û doza meaş û jiyaneke mirovane kirin.    *Ayşegul Yucetaş piştî hat îxrackirin, dikana kulîlkan vekir û bi vî karî debara xwe dike. Yucetaş da zanîn ku hikumetê bi hinceta dijberê "perwerdeya olî" ne ew ji mamostetiyê îxrackirine, lê belê ew ê tu carî serî netewînin.   * Dozgeriyê bi îdîaya “Bi riya çapemeniyê propagandaya PKK’ê kirinê” der heqê Plaftorma 1HaberVar de lêpirsîn vekir. Edîtorê platformê Îbrahîm Aslan, lêpirsîn wekî sosretî nirxand û wiha got: “Nûçegîhaniya me tê lêpirsîn. Em li gor polîtîkayên îktîdarê rojnamegeriyê nakin.”   * Elewiyên tahtaci yên li Toroslara dijîn, Komeleya Cîhana Nû ava kirin û di warê ekolojî û komunan de xwe bi rêxistin dikin.   * 15'emîn danişîna doza 205 siyasetmedarên kurd ên ji doza KCK'ê tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Yekemîn danişîna doza 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP'ê yên li Manîsayê tên darizandin dê di roja 5'an de berdewam bike. (10.00)   * 5'emîn Rûniştina doza Rojnameger Nedim Turfent dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bê dîtin. (13.00)   * Malbatên zarokên wan di qedexeyên derketina derve ya navçeya Surê jiyana xwe ji dest dan dê li Kaplan City mevlûdê bidin. (13.00)   *  Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bê ronîkirin û edaletdê bixwazin dê çalakiya xwe di hefteya 105'an de li ber deriyê Edliyeya Amedê berdewam bikin. (13.30)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 402'an de berdewam bike. (13.30/18.00)    * Şaxa ÎHD û nûnertiya TİHV'ê yên Stenbolê di çarçoveya hefteya mafên mirovan de dê li şaxa ÎHD'ê panela îxaca kedkaran û mafê perwerdehiyê pêk bînin. (18.30-21.00)