Doza Buyukada dest pê kir 2020-02-19 10:49:53 STENBOL - Doza Buyukada ya darizandina 11 parazvanên mafên mirovan dest pê kir.   Danişîna doza darizandina 11 parazvanên mafên mirovan ku weke Doza Buyukada di raya giştî de tê zanîn li 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Li bendêye ku di danişînê de biryara dawî bê dayîn. Dozder di danişîna derbas bûyî de xwestibû ku Serokê Rûmetê yê Şaxa Rêxistina Afoyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê û Dîrektorê berê Taner Kililç bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” ji 7,5 heya 15 salan, parazvanên mafên mirovan Nejat Taştan, Welî Acû, Gunal Kurşûn, Îdîl Eser û Ozlem Dalkirin bi sûcdariya “Ligel ku ne endamên rêxistinê ne jî, bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” ji 7,5 heya 15 salan bên cezakirin.   Heman dozgerî xwetibû ku parazvanên mafên mirovan Îlknûr Ustun, Alî Gharavî, Peter Frank Steudtner, Nalan Erkem û Mûhammed Şeyhmûs Ozbek bên beraet kirin.    Berî danişînê li ber Edliya Çaglayanê daxuyanî hat dayîn. Parazvanên mafên mirovan, ji Tirkiye û Ewropayê gelek nûnerên rêxistinên mafên mirovan, parlamenter û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo parazvanên mafên mirovan edelat” hat vekirin.    Di daxuyaniya hat dayîn de, hat xwestin ku ji bo parazvanên mafên mirovan biryara beraetê bê dayîn û êdî parastina mafê mirovan li Tirkiyeyê weke sûc neyê dîtin.    Piştî daxuyaniyê, hemû kes ji bo danişînê bişopînin, derbasî avahiya edliyê bûn.