'Medya bûye amûra bîrdozî' 2020-02-19 10:21:34 STENBOL - Rojnameger û nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku medya hawiz bi nûçeyên xwe kesên muxalif dikin hedef û li ser wan sansurê pêş dixin. Nûneran anîm ku medya hawiz buye amûrê bîrdozî.  CHP'ê di civîna partiya xwe ya li meclîsê ya di 3'ê Sibata 2020'an de gotin "Partiya me li dijî kemîn û berovajîkirina rastiyan li dijî Qanala CNN Turk biryara boykotê stendine. Piştî vê yekê niqaşên li ser nûçeyên derew berdewam dike. Herî dawî li Wanê dîsa nûçe li ser Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yunus Durdu nûçeyek derew çêkirin. Medya hawiz heta niha bi sedan nûçeyên derew weşandin û piştî demek şûnde ev derewa wan derket holê. 2 meh berê der barê Rojnameger Azîz Oruç de jî wekî "Endamê rêxistinê nîşan dabûn' û rastî berovajî kiribûn.    Rojnameger û nûnerên partiyên siyasî biryara boykota CNN Turk û feraseta medya hawiz nirxandin.    'LI DIJÎ GEL SÛC DIKIN'    Sekretera Giştî ya Sendîkaya Basin-Îşê Ozge Yurttaş, diyar kir ku îqtîdarê ji sedî 90'ê çapemeniyê xistiye destê xwe û di kontrola xwe de bi rêve dibe û wiha got: "Mînaka herî balkêş di hilbijartina rêveberiya herêmî de me ev yek dît. Wê demê medya hawiz kampanyayek pir mezin ji bo îqtîdarê meşandin. Lê dîsa encama dixwestin bi dest nexistin. Lê ji ber bi ser neketin û piştgiriya aborî ji ser medya qut kirin, em dibinin ku medya perçe perçe ji wan qut dibe."    Yurttaş anî ziman ku dimek dirêj e saziyên medya hawiz li dijî CHP û HDP'ê sansurê pêş dixe û bi taybetî li dijî rêxistin, partî û hêzên muxalif ambargoyê pêş dixe û wiha axivî: "Li aliyekî sansur, li aliyê din li dijî hêzên muxalif nûçeyên derew belav dikin. Rastiyan ji gel vedişêrin û bi nûçeyên derew li hemberî gel sûc dikin. CHP li dijî tevahî biryara boykotê nagire, tenê li dijî sansura li hemberî xwe biryara boykotê digire. Ev nîşan dide ku ne di ferqa rastiyê de ye.    ‘LI SER DEREWAN HATIYE AVAKIRIN'   Edîtorê Sendika.org ê Alî Ergîn Demîrhan jî anî ziman ku ev helwest û sekna medya hawiz ne nû ye û wiha axivî: “Tişta me şaş dike çima heta niha CHP li hemberî wan biryara boykotê nedigirt. Ji xwe tişta medya hawiz dike li ber çavan e. Wekî ku beriya AKP'ê ev medya hawiz pir baş bû nîşan didin. Yên xweziya xwe bi berê tinin hene. Lê berê jî wisa bû. Îqtîdar li cem kê be, medya propagandaya wan dikin. Ew îdîayên wan ên "Bêaliyê" li ser derewan hatiye avakirin. Mesele bi sansura li ser CHP û HDP'ê hal nabe. Divê em tenê yên xerab boykot nekin. Divê hem yê xerab boykot bikin û hem jî piştgiriyê bidin yê baş. Divê medyayek nû bê sazkirin."    'WEKÎ AMÛRA BÎRROTÎ KAR DIKIN'   Berdevkê Çapemeniya HDP'ê Azad Bariş jî anî ziman ku biryara CHP'ê ya boykotê biryarek derengmayî ye û wiha got: "Medya der barê endamê Meclîsa HDP'ê Yunus Durdu de jî nûçeyên şaş weşandin. Pêşiya maşîna wekîl dibirin û endamê meclîsê direvînin û binçav dikin. Lê medya hawiz wekî 'Li mala wekîl terorîst hat girtin' nûçe weşandin. Êdî sinca medya hawiz nema ye. Ji rêgezên gerdûnî dûr ketiye. Bûye amûra bîrdozî ya îqtîdadrê. Êdî qanale wan bûne qada provayên şer. Li cîhanê serdema "fake news" (Nûçeyên derew" pêş ketiye. Ev rojname û qanalên televîzyonan jî ji ber dijminantiya Kurdan cin didin nûçeyên derew. "    Endama MYK'ê ya Partiya Şoreşgerên Yekbûyî Gamze Taşçi jî anî ziman ku sekna medya ji polîtîkayên îqtîdarê ne cudatir in û wiha got: "Cudahiya Medya hawiz a îro ji serdemên borî êdî ketiye destê îqtîdarê. Bi temamî di  kontrola îqtîdarê de ye. Medya êdî bûye amûrê zorê yê îqtîdarê."      MA / Tolga Guney