'Kî dixwaze zarok bi tecawizkarê xwe re bizewice?' 2020-02-19 09:08:16 WAN - Parêzer Ebrû Demîrtepe, der barê "efûya ji bo kiryarê îstismara zayendî" de ku pêşkêşî meclîsê hat kirin got: "Kîjan parlementerê îqtîdarê dikare biparêze ku mexdûra hatiye îstismarkirin bi kiryar re bizewice?"  Endama Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Ebrû Demîrtepe, der barê "efûya ji bo kiryarê îstismara zayendî" de ku berpêşî meclîsê hat kirin axivî. Demîrtepe, destnîşan kir ku ev pêşnûmaya navbirî bi tu awayî nayê qebûlkirin û got, wê jin destûra vê yekê nedin. Demîrtepe, bibîr xist ku îqtîdarê heman pêşnûma di sala 2016'an de jî berpêşî Meclîsê kiribû, lê belê ji ber bertekên raya giştî mecbûr mabû paş ve bikişîne. Demîrtepe, got: "Di wê pêşnûmayê de jî tiştên dûrî aqilan hebûn. Pêşnûmaya niha jî wekî ya berê der barê zarokan de ye. Wê bi vê yekê re, heger zarok bi kiryar re bizewice an wê cezayê kiryar bê taloqkirin an jî wê ceza lê neyê birîn. Di pêşnûmaya berê de sînorê temen 15 sal bû. Ji di vê pêşnûmaya muhtemel de jî xuyaye wê temen di biniya 15 salan de be."    'HETA 18 SALAN ZAROK IN'     Demîrtepe, destnîşan kir ku her kes heya 18 salan zarok e û got: "Di rewşeke wiha de tu qîmeta temenê zarok tuneye. Wê îstismareke din a di temenekî din de ne kêmî ya din be. Wekî tê zanîn heya 15 salan, hîle û hemû tiştên tesîrê li vîna zarokan dikin sûc in. Di rewşeke wiha wê zarokên di navbera 15-18 salan de bi tehdeyên wiha re rû bi rû bimînin. Îjar kîjan parlementerê îqtîdarê dikare biparêze ku mexdûra hatiye îstismarkirin bi kiryar re bizewice?"    ‘WÊ BÛYERÊN ÎSTÎSMARÊ ZÊDE BIBIN'    Demîrtepe, destnîşan kir ku heger ev pêşnûma bê qebûlkirin wê bûyerên îstismarkirinê zêde bibin û wê bibin sedema pirsgirêkên mezin û got: "Tu zarokên hatine îstismarkirin naxwazin bi kesê ew îstismar kiriye re bizewice. Ev yek derî rastiya civakê ye."    ‘DIVÊ CEZAYÊN HERÎ GIRAN BÊ BIRÎN'    Demîrtepe, destnîşan kir ku berî her tiştî divê Tirkiye li dijî îstismarê divêtiyên peymanên navneteweyî pêk bîne û got: "Di sala 2016'an de gava ev pêşûma berpêşî meclîsê hatibû kirin, Wezîrê Dadê yê wê demê gotibû armanca vê pêşnûmayê ew e mexdûra tevî zarokê xwe li holê maye bêtir mexdûr nebe. Lê zewicandina mexdûr a bi kiryar re wê mexdûriyetê kêm neke, berevajî zêdetir bike. Mexdûriyet bi vî awayî ji holê nayê rakirin, ji xwe gava ev yek tê bîra mirov dilê mirov dixele. A rast bi vê re pirsgirêkeke din jî derdikeve holê. Heger ev pêşnûma bê, gelo wê der barê temenê zewicandinê de tiştekî wekî berê bê? Tirkiye alîgireke Peymana Stenbolê ye û li dijî zewicandina di temenên biçûk de ji bo çalakiyan xwedî palnsaziyekê ye. Ji dêvla parastina kesên îstismarê dikin, divê cezayê herî giran li wan bê birîn."    Demîrtepe, anî ziman ku herger ev pêşnûma bê qebûlkirin wê jin li hemberî wê bitêkoşin û got: "Em ê nehêlin ev pêşnûma bê meclîsê û bê qebûlkirin. Em gazî îqtîdarê dikin: Neparêze, bidarizîne!"    MA / Cemîl Ûgûr