Mihail Vasiliadis: Ziman heye civak tune ye 2020-02-19 09:07:42 STENBOL – Gelên ku li Tirkiyeyê zimanê wan ji ber nefermî ye ketiye asta kêmariyê, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê bal kişandin ser polîtîkayên ziman. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Apoyevmatînî ku hêjmara wê ya ewil di sala 1925'an de derket, Mihail Vasiliadis, li dijî po lîtîkayên yekperest got: “Hevî û hesreta me ewe ku bêyî li serhêjmarê binerin, ev welat bibe welatê ku hemû gel azad bi zimanê xwe di axivin."  Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Sibata 2000'an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ilan kir. Ji wê salê heta niha 20 salin ji bo mirov li zimanê zikmakî xwedî derkevin û teşwîk bikin pîrozbahiyan li dar dixin. Ji ber zagonên dewletan heta niha li ser ruyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tune bûne an tune dibin. Li ser tevahiya cîhanê tê gotin ku nêzî 7 hezar ziman tên axaftin û 5 hezar çandên herêmî heye. Di nava welatê cîhanê de, herî zêde li Papua Yeni Gine pir zimanî heye û pir zimanî tê axaftin. Li Yenî Gine ku nifûsa wê 8 milyon mirov e, nêzî 800 ziman tên axaftin. Edîtorê Atlasa Zimanên Dibin Talûkeyê de yên Cîhanê yê UNESCO Chris Molesey, zimanên herêmî wekî zimanên ku ji destpêka nivîsandina dîrokê heta niha yên tên axaftin pênase dike. Li Tirkiyeyê ji ber vê xala Destûra Bingehîn, zimanên Kurdî (Soranî, Kirmancki, Kurmancî û Hewramî) Erebî, Gurcî, Lazî, Adigeyî, Boşnakî jî di navde 35 zimanên din ku li Tiriyeyêyê tên axaftin li dibistanan wekî zimanê fermî nayên qebûlkirin û welatiyên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkî ye nikarin bi zimanê xwe werwerde bibin. Li gorî parazvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê ji sedî 20- %25’an ji xeynî Tirkî bi zimanên xwe yên zikmakîdi axivin. Ger ku ev ziman nebin zimanê zikmakî û nebin zimanê perwerdehiyê dê wekî zimanê Ubihcî tune bibin.    Li gorî nexşeya UNESCO ya zimanê li Tirkiyeyê 18 ziman di sînorê windabûnê de ne. Ger ku ev ziman nebin zimanê zikmakî û nebin zimanê perwerdehiyê dê wekî zimanê Ubihcî tune bibin. Li Tirkiyeyê zaravayê Kurdî Kirmancî û nêzî 18 ziman li ber tunebûnê ne. Zimanê Ubik, Mlahso û Yunaniya Kapadokî li ber tunebûnê ne. Dîza zimanê Hertevin û Mlahso û ji malbata zimanê Suryanî Turoyo, Ladino û Gagavuzca, Romanca, Ermenîkiya Rojava, Hemşînî, Lazî, Yunayiya Pontusî, Abazayî, di talûkeyê de ne. Dîsa zimanê Adigece, Abhazca, Kabar-Çerkes li ber tunebûnê ne.    Gelên ku li Tirkiyeyê zimanê wan ji ber nefermî ye ketiye asta kêmariyê, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê bal kişandin ser polîtîkayên ziman.   Hîkmet Akçîçek ê li li ser Çanda Hemşinê lêkolîn dike diyar kir ku du sedemên tunebûna zimanan heye û wiha got: "Sedema yekemîn guhertina pergala kurevî ye. Sedema duyemîn jî polîtîkaya netew-dewlet a bi sedan salan li ser gelan serweriyê dike ye. Pergala Kapitalist, li aliyeki di qadên aborî û civakî de guhertine pêş dixe, li aliyê din jî li ser zimanan serdestiyê pêş dixe û bi ziman re çandê jî tune dike."    ZAGON LI PÊŞ ZIMAN ASTENG E    Akçîçek, destnîşan kir ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî, axaftin, nivîsandin û xwendina bi zimanê zikmakî mafê herî miroavî yê bingehîn e û wiha axivî: "Mînak li gelek welatan 2 ziman wekî zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê tên qebûlkirin. Ev ziman ji aliyê zagonan ve hatine parastin. Lê li Tirkiyeyê ev yek tune. Ev bi polîtîkayên demokratik û azadîparêz pêkan e.    ENDAMÊ JINEPS’ê YAŞAR GUVEN: ZIMAN PIRA ÇANDA GELAN E    Li Tirkiyeyê yek ji zimanê bi tunebûnê re rû bi rû ye Çerkesî ye. Endamê Lijneya Weşanê yê Rojnameya JINEPS a bi Çerkesî- Tirkî weşanê dike Yaşar Guven, li ser rewşa zimanê Çerkesi axivî û wiha got:  "Ziman pira çanda gelan e. Yekemîn amûra ragihandinê ya mirovan ziman e. Zimanê zikmakî nasnameya sereke ye. Ziman ne tenê amûra ragihandinê ye. Gelek tiştên din e. Amûr û pira ragihandina çanda ziman e."    Guven, da zanîn ku li gorî lêkolîna UNESCO ya li Tirkiyeyê piştî Kafkasya zimanê gelên din ên Çerkes li ber tunebûnê ye û wiha axivî: "Rojnameya JINEPS ê rola pirê dibîne. Di peymana navneteweyî de mafê herî bingehîn parastina zimanê zikmakî ye. Hevî û hesreta me ewe ku bêyî li nifûs hêjmara mirovan binerin, li vî welatî hemû gel azad bi zimanê xwe bi axivîn û perwerde bibin. Peymana Mafên Zarokan, Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî di 20'ê mijdara 1989'an de hat qebûlkirin. Di 2'ê Îlona 1990'an de 142 welatan îmze kir. Tirkiye ev yek di sala 1995'an de xist meriyetê. Lê fikara xwe ya xala 3'emîn Peymana Mafên Zarokan hêj ranekiriye. Divê Tirkiye vê fikara xwe rake.    MÎHAÎL VASÎLÎADÎS: ZIMAN HEYE CIVAK TUNE YE    Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Apoyevmatînî ku hêjmara wê ya ewil di sala 1925'an de derket, Mihail Vasiliadis, li dijî polîtîkayên yekperest got: “Hevî û hesreta me ewe ku bêyî li serhêjmarê binerin, ev welat bibe welatê ku hemû gel azad bi zimanê xwe di axivin. Li gorî peymana Lozanê divê civaka Rûm li Tirkiyeyê karibe mafê xwe yê perwerdehiya Rûmî biparêze. Lê li halê civaka Rûm tune ye. Ji ber li Tirkiyeyê tenê zimanê fermî Tirkî ye bandora vê yekê li ser zimanê Rûmî heye. Rojê 15 saetan dixebitim û bi israr bi zimanê Rûmî rojnameya rojane çap dikim. Carekê di navbera min û Rojnameger û Gerînendeyê Agosê Hrant Dink de diyalogek derbas bû. Dema ez hatim rojnameya Apoyevmatinî bistînim, Dink ê rahmetî got ‘Ez rojnameya Agosê bi tirkî çap dikim. Bi vî rengî ez bêtir xwe digînim xwîneran. Dîsa ermeniyên bi Ermenî nizanin jî dikarin bixwînin. Dostên me yên Tirk jî dikarin bixwînin. Tu çima bi tirkî rojname çap nake?' Min jî ji Dîng re got ‘Ya yekemîn Rumî ne zimanekî ku winda bibe ye. Ya duyemîn, Ji aliyê peymana Lozanê ve hatiye parastin û em dikarin li dibistanan wekî zimanê perwerdehiyê bibînin. Lê li Tirkiyeyê kesên lîsansa zimanê zikmakî bikin û kedê bidin civakek pir mezin heye. Ew ji bi zimanê wan winda nebe ew qas ked didin. Mafê ku Lozanê wekî diyarekiyê ji bo bi zimanê zikmakî rojnameyê çap bikim daye min, ez destê xwe lê naxim. Îro jî heman tiştî diparêzim. Ji ber vê yekê di çapkirina vê rojnameyê de israr dikim.    Serokê Navenda Ziman ê Gurcu ya Stenbolê Eşref Yilmaz jî anî ziman ku li Tirkiyeyê ji ber polîtîkaya dewlet netew serdest e û Tirkî zimanê serdest û fermî ye zimanên din winda dibin û got: "Sedema windakirina zimanan hişmendiya yekperest e. Dixwazin zimanê xwe li ser hemû zimanan serdest bikin. Li Tirkiyeyê ji ber feraseta serdest û yek perest hemû zimanên din di bin talûkeyê de ne. Her gel û netew xwedî maf e ku bi zimanê xwe perwerde bibe. Lê feraseta netew-dewlet li dijî vê yekê astang e.    MA / Naci Kaya