Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok hat berdan 2017-12-14 18:52:30   MÊRDÎN – Danişîna duyemîn a doza hevşaredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya pêk hat. Hevşaredara Kok hat berdan.    Îro danişîna duyem a doza hevşaredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya ku di 13'ê Çileyê de li Nisbînê polîsan avêt ser mala wan û ew binçavkirin û piştî 14 rojên binçavkirinê hatin girtin, pêk hat. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Mêrdînê pêk hat. Tevî rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyan gelek kes danişîn şopand. Hevşaredara Kaya û Kok bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn.    SARA KAYA NEHAT BERDAN    Piştî tespîtên nsnameyan, heyeta dadgehê danişîn da destpêkirin û pêşî şahid hatin guhdarîkirin. Paşê hevşaredaran parêziya xwe kir û îdiayên der barê wan de red kirin û doz berdanê kirin. Piştî parêziya parêzeran heyeta dadgehê navber da dadgehê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina Sara Kaya û bi şertê venêrîna edlî biryara berdana Cengîz Kok da.    Danişîna bê taloqî 2'yê Adara 2018'an hat kirin.