Ji bo Ozçelîk a di serdegirtina malê de jiyana xwe ji dest da bû gilî kirin 2020-02-18 16:51:06 HATAY - Malbata jina 70 salî Edîbe Ozçelîk a li navçeya Samandag a Hatayê dema ku dît polîsan sîleh xistin serê zarokên wê kirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da serlêdana sûc kir.  Li Taxa Tekebaşi ya navçeya Samandag a Hatayê, polîs û leşkeran di 17’ê Çile de, bi ser mala malbata Ozçelik de girtin. Jina 70 salî Edîbe Ozçelîk a li navçeya Samandag a Hatayê dema ku dît polîsan sîleh xistin serê zarokên wê kirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da bû. Meclîsa Gel a Tekebaşi, derbarê vê bûyerê de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Edliya Samandagê hat lidarxistin. Xizmên Ozçelîk û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Meclîsê piştî daxuyaniyê, derbarê kesên di mirina Ozçelîk de îhmalkarî kirin serlêdana sûc kir.       'EV CÎNAYETE'   Kurê Ozçelîk Umît Ozçelîk di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev cinayete. Em komkujiye. Polîsan roja serdegirtina malê derî şikandin û ketin hûndirê malê. Em li mala xwe rastî heqaretên wan hatin û li me xistin. Dayika min Edîbe Ozçelîk ji ber vê yekê krîza dil derba kir. Polîsan hatina ambûlansê asteng kirin. Dayika min heya saetekê wisan li erdê ma. Her dawî jî zarokên wê bi derfetên xwe dibin nexweşxanê. Ji ber ku pir dereng mabû jiyana xwe ji dest da. Yên kut irs avakirin qatilên dayika min Edîbe ne.”