Di depoyek Qamişloyê de teqîn: 2 welatî mirin 2020-02-18 16:50:09 QAMIŞLO - Di encama teqîna li depoyek komkirina plastîkan ya li Qamişloyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Li Qamişlo di depoyeke ya komkirina pilastîkan de teqîn rû da. Di encama teqînê de du kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; li depoya komkirina plastîkan a li ser rêya Iwêca ya li Qamişloyê de, di encama mayîna li nava dînamoyeke hatibû bicihkirin de teqîn pêk hatiye. Welatiyên sivîl ên bi navê Farûq Silêman (29) û Raîd Nayîf (24) jiyana xwe ji dest dane.    Piştî teqînê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûyerê lêkolîn dikin.