Li Êlihê 6 kes hatin berdan 2020-02-18 16:09:20   ÊLIH - 6 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Li Taxa Hîlal a Êlihê, polîsan di 15’ê Sibatê de bi ser malan de girtin, welatiyên bi navê Hasan Balîcak, Saît Kortûn, Abdûllah Îltaş, Abdûlvahap Tuzun, Kanî Yilmaz û Abdûllah Kaplan binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê. Îro her 6 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin. Dozger bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” 6 kes bi daxwaza berdanê sewqî dadgehê kirin.    Dadgehê derbarê wan de şertê kontrola edlî da û berdan.