Dadgehê derbarê Doza Geziyê de biryara beratê da 2020-02-18 15:15:00   STENBOL – Şandeya dadgehê di Doza Geziyê de biryara xwe eşkere kir û derbarê hemû kesên tên darizandinê de biryara beratê da.  Danişîna 6’emîn a Doza Geziyê li 30’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Girtîgeha Sîlîvrîyê hat lidarxistin. Piştî parastina yên tên darizandin şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Şandeya dadgehê karsaz Osman Kavala jî di nav de derbarê hemûyan de biryara beratê da.