Rojnameger Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-02-18 15:04:45 RIHA - Rojnameger Kemel Kiliç ê berî 27 salan hat qetilkirin, li ser gora xwe ya Rihayê hat bibîran în.    Nûnerê rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin ê Rihayê rojnameger Kemal Kiliç ê di sala 1993’yan de hat qetilkirin, di 27’emîn salvegera qetilkirina xwe de, li ser gora ya li Taxa Abdûrrahman Dede ya Rihayê hat bibîran în. Rêveberê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Kadîr Esen, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu, malbata Kiliç û rêveberên partiyê beşdarî bîranînê bûn.    'YÊN KU HEQÎQETÊ DINIVÎSIN, NIHA TÊN GIRTIN’   Rêveberê DFG’ê Kadrî Esen, di bîranînê de axivî û wiha got: “Di salên 90’î de, kiryar nediyar û êrîşên li dijî civakê di asta herî jor debûn. Hîna di wan deman de êrîşî rojnamegeran dikirin. Hevalê me Kemal Kiliç ê hat qetilkirin, her tim rastî û heqîqet di anî ziman. Ji ber vê yekê ji aliyê hêzên tarî ve hat kuştin. Dema ku ji şopandina nûçeyê vedigeriya malê, ji aliyê hezên tarî ve hat hedefgirtin. Hevalên me yên wê demê heqîqet dinivîsandin dihatin qetilkirin. Îro jî hevalên me tên girtin. Her roja diçe êrîş mezintir dibin. Lê bila baş bê zanîn ku, çapemeniya azad jî her roja diçe mezintir dibe û bi hêztir dibe.”    SURUCU YA HDP’Î: EMÊ BIDIN JIYÎN   Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî, diyar kir ku tu carî êrîşê li dijî çapemeniya azad bi dawî nebûne û wiha axivî: “Gelek kesên bûyer û bêhiqûqiyên li ser vê erdnîgariyê rû didin anîn ziman, ji aliyê hezên tarî ve hatin qetilkirin. Îro 27 sala bi ser qetilkirina Kiliç re derbas bû. Bêyî ku faîl bên darizandin, ser dosyeyê girtin. Berî ku bê qetilkirin, ji walîtiyê re ragihandibû ku rastî gefan tê. Lê ew ne parastin. Ji kuştina kiliç walî û miduriyeta polîsan a wê demê berpirsiyare. Tekane armanca wan ewe ku pêşiya çapemeniya azad bigirin. Dîsan bi dehan rojnameger binçavkirin û kirin girtîgehan. Emê bi têkoşîna xwe tim xwedî bîranîna wan derkevin.”    Piştî ku qûrnefîl danîn ser gora Kiliç bîranîn bi dawî bû.