'Kiliç ji bo alîkariyê çû qeymeqamiyê, lê li wî guhdar nekirin' 2020-02-18 15:01:06 ŞIRNEX – Duh Nezîr Kiliç li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwe ji avahiya Qeymeqamiyê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Hevjîna Nezîr Kibariye Kiliç, diyar kir ku Nezîr ji bo alîkariyê bixwaze çû Qeymeqamiyê û wiha got: "Hevjînê min ji bo alîkariyê çû Qeymeqamiyê, lê ji ber kesî li wî guhdar nekir, dawî li jiyana xwe anî."  Welatî Nezîr Kiliç duh xwe ji qata 4’emîn a avahiya Qeymeqamtiya Navçeya Cizîr a Şirnexê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Nezîr Kiliç ê 42 salî û bavê 4 zarokan ji sedî 76 astengdar bû. Derket holê ku ji bo alîkariyê bixwaze çûye qeymeqamiyê û ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anîye. Kiliç ê li Taxa Cudî dijî, bi meaşê astengdariyê debara xwe dikir. Kiliç ku 12 salin betal e, ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anî. Hevjîna Kiliç Kibariye Kiliç, anî ziman ku Nezîr ji bo alîkariyê çûbû Qeymeqamiyê û wiha got: "Nezîr 700 TL meaşê astengdariyê digirt. Ji ber qeyrana aborî çû alîkariyê ji qeymeqamiyê bixwaze. Em di xaniyê kirê de dijîn. Kesekî me tune ye. Lêçûna zarokên me heye. Xwarin û pêdiviyên jiyanî ji bo wan lazim e. Tenê meşaê astengdariyê heye û em nikarin bi vê yekê debara xwe bikin. Em xizan in, betal in û di xaniyê kirê de dijîn. Hevjînê min got 'Ez dê biçim Qeymeqamiyê alîkariyê bixwazim' Piştre çû û nehat. Hevjînê min nîv saetê di şibakê de sekinî. Dikarîbûn wî rawestînin. Rayedarên li wir ew neparastin. Hem şaredariyê û hem jî qeymeqamiyê ew ne parastin. Ma mafê me tune ku li me guhdar bikin."    Kiliç anî ziman ku rayedarên şaredariyê û qeymeqamiyê dikarîbûn çadir an jî sînger li bin wî danîna û Nezîr asteng kiribûna û wiha bi dawî kir: "Hevjînê min dixwest bi Qeymeqam re hevditin bike. Lê rayedarên li wir qerfên xwe bi hevjînê min kirin. Ez ji rayedaran bi gilî me. Dixwazim der barê wan de doz bê vekirin. Hevjînê min got 'Ez dê biçim û qeymeqam dê li min guhdar bike. Wê bi wîcdanî min qebûl bike.' Lê li wî guhdar nekirin."    MA/ Mujdat Can