Danişîna doza Gerînendeyê Weşana Ozgur Gundemê hat dîtin 2020-02-18 14:33:24 STENBOL - Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê yê Nobedar Veysi Altay hat dîtin. Heyetê danişîna dozê taloq kir.  Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin hat ditin. Danişîna doza Gerînendeyê Nobedar Veysi Altay ku li 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê darizandin, hat dîtin. Di danişîna dozê de Altay tev li danişînê nebû. Parêzera Altay, Sercan Korkmaz beşdari naşînê bû. Ji ber heyet hat guhertin, dosyayên berê hatin xwendin. Parêzera Altay Sercan Korkmaz, diyar kir ku ger der barê esasê de mutala bidin dê parastinê bikin. Dozger mutala xwend û bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" xwest Altay bê cezakirin. Parêzer li dijî mutalaayê dem xwest. Heyeta dadgehê jî ji bo parastinê doz taloq kir. Dîsa der barê Huseyin Sozugen de jî xwest biryara girtinê bê dayîn.    Heyetê danişîna dozê taloqî 28'ê Sibatê kir.