Bernameya 8'ê Adarê ya Wanê hat aşkere kirin 2020-02-18 14:20:43 WAN - Aktîvîstên TJA'yê yên li Wanê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, bernameya xwe ya çalakiyan ji raya giştî re aşkere kirin û banga tevlîbûnê li hemû jinan kirin.  Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê plansaziya xwe ya çalakiyan aşkere kir. Aktîvîstên TJA'yê li baxçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê daxuyanî dan çapemeniyê û pankarta "Jin jiyan azadi” vekirin. Daxuyanî ji aliyê endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hatîce Kiye ve hat xwendin.    Kiye, di daxuyaniyê de qala dîroka 8'ê Adarê kir û wiha got: "8'ê Adarê ji bo sembola têkoşîna rizgariya jinan e. Jin bi 8'ê Adarê li dijî zîhniyeta serdest a mêr, bi rêxistinbûna xwe li ber xwe didin. Li ser vê esasî bi hêza xwe ya rêxistinbûnê em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin."   'EM BI BIRYARIN KU TECRÎDÊ BIŞKÎN IN'   Kiye, destnîşan kir ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û wiha bilêv kir: "Îro bêtir hewcedariya me bi têkoşînê heye. Tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê li hemû qadên jiyanê pêk tê. Ji bo şikandina tecrîdê divê em bi biryarbin."   'TACÎZ, TECAWÎZ Û KUŞTINÊN JINAN ZÊDE DIBIN'   Kiye dest nîşan kir ku şer, şîdet, taciz, tecawiz û kuştina jinê her ku diçe zêdetir dibe û wiha bi lêv kir: "Li cihê ku kuştina jinê zêde be li vir qada em bijîn namîne. Em ê li qadan bibin dengê Gulistan, Emîne û Berfînê. Em bang li jinan dikin ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin. Em ê îsal bi dirûşma "Jin berxwedanê mezin dikin, bi rêxistinbûnê ber bi azadiyê ve diçin" dakevin qadan."   Kiye, da zanîn ku ewê îsal bi dirûşmeya "Jin berxwedanê rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" dê heya 15 rojan çalakiyên xwe dewam bikin û hemû jin vexwendin çalakiyên 8'ê Adarê.    Bernameya 8'ê Adarê ya li bajêr bê lidar xistin wihaye.    "* 19'ê Sibatê: Tevlîbûna bernameya îmzeyê.   * 20'ê Sibatê: Li navçeya Serav wê jin bên gel hev.    * 20'ê Sibatê: Li navçeya Qelqelî wê jin bên gel hev.    * 21'ê Sibatê: DİSA-DER wê tevlî bernameya ziman bibe   * 25'ê Sibatê: Wê civîna Koordînasyona 8'ê Adarê bê lidarxistin.    * 26'ê Sibatê: Wê li navçeya Westanê belavok bên belav kirin.   * 26'ê Sibatê: Wê li navçeya Peyîzava belavokên 8'ê Adarê bê belavkirin.    * 27'ê Sibatê: Wê li navçeya Bêgirî sînevîzyon bê pêşandan.    * 29'ê Sibatê: Wê li navçeya Şaxê belavok bên belav kirin.    * 1'ê Adarê: Li navçeyên Rêya Armûşê, Tûşba û Artemêt wê bernameya şaştê bê li darxistin.    * 2'yê Adarê: Wê şano bê pêşandan.    * 2'yê Adarê: Wê li navçeya Elbatkê belavok bên belavkirin.    * 3'yê Adarê: Wê li navçeya Erdîşê şahiya 8'ê Adarê bê li darxistin.    * 4'ê Adarê: Wê kart ji bo girtiyên jin bên şandin.    * 5'ê Adarê: Wê li Kolan Hunerê ya Wanê çalakiya "têkoşîna li dijî tundiya jinê" bê lidarxistin.    * 6'ê Adarê: Wê li navçeyên navendî belavok bên belavkirin.    * 7'ê Adarê: Wê li navenda Wanê, belavok bên belav kirin.    * 8'ê Adarê: Wê li navenda Wanê mîtînga mezin a 8'ê Adarê bê li darxistin."