HDP'ê xwest îstîsmara zarokan bê lêkolînkirin 2020-02-18 14:01:16 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu, diyar kir ku zagonên der barê îstîsmara zarokan de nikarin zarokan biparêzin û xwest meclîs vê mijarê lêkolîn bike û tedbîran bigirin.  Berpirsiyarê Rêxistinbûnê û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dersîmê Alîcan Onlu, ji bo îstîsmara li dijî zarokan bê lêkolînkirin xwest meclîs Komîsyona Lêkolînê ava bike. Onlu diyar kir ku li gorî daneyên rapora Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Rihayê  di sala 2019'an de li Rihayê 894 zarok rastî tacîz û tecawizê hatine û ji ber vê yekê parêzer hatine peyvirdarkirin û wiha got: "Li gorî rapêrê 842 zarokên di navbera 4 û 18 salî de rastî tacîz û tecawizê hatin. 662 zarokên jin, 180 zarok jî mêr in. Divê têkildarî îstîsmara zarokan Komîsyona Lêkolînê bê avakirin."