Dîdem a 17 salî ev 9 rojin windaye 2020-02-18 13:43:23 ERZIROM - Dîdem Tûran a 17 salî ya li gundê Meydan a navçeya Aşqele dijî, ev 9 rojin agahiyê jê nayê girtin. Li navçeya xebatên lêgerînê dewam dikin. Hat diyar kirin ku jina ciwan a ji malê derdikeve û saetek şûnde telefona wê tê girtin.  Jina ciwan Dîdem Tûran a 17 salî ya li gundê Meydan a navçeya Aşqele ya Erziromê dijî, ev 9 rojin agahiyê jê nayê girtin. Jina ciwan a ji 10’ê Sibatê ve agahî jê nayê girtin, ji bo ku bê dîtin xebatên leşker, polîs û AFAD’ê yên lêgerînê dewam dikin.    Hat diyar kirin ku piştî jina ciwan ji malê derdikeve saetek şûnde telefona wê tê girtin. Dayik a Dîdem Tûran Nerîman Dûman darbarê windabûna keça xwe de agahî da û wiha got: “Keça min di saetên serê sibê de ji malê derket û çarek din paşve nevegeriya. Em serê sibê rûniştin ser taştê. Dîdem jî li odeya xwe bû. Ji bo ku were taştê bixwe me çend caran gazî wê kir, lê nehat. Li ser vê yekê min gotê keça min tu çima nayê tiştekê naxwî. Dûre me nîqaş kir. Piştre ji malê derket. Mala meta Dîdem li pişt mala me ye. Min got dibe ku çûbe mala xaleta xwe. Ez jî dûre çûm wê derê. Min got Dîdem li ku derê ye. Wan jî ji min re gotin ‘Me Dîdem nedîtiye, ne hatiye vê derê.’ Min li derdûrê mêze kir. Ji cîranan pirsî. Hemûyan gotin me ne dîtiye. Ez û meta wê çûn gel polîsan û me serlêdana windabûna Dîdem kir.”    Dûman, da zanîn ku ev 9 rojin agahî ji keça xwe nagire û wiha got: “Derbarê rewşa wê de fikarên me hene. Ez dixwazim demildest keça min bê dîtin.”