Komeleya Jiyana Nû, bernameya qurs û semîneran aşkere kir 2020-02-18 13:39:36   AMED – Komeleya Jiyana Nû bernameya qurs û semîneran a ji bo balê bikişîne ser mafê akademisyen û parazvanên mafên mirovan, bi raya giştî re parve kirin.    Komeleya Jiyana Nû û Akademiya Civak û Aborîyê, projeya “Akademiya Aborî û Civakî" bi bernameya taştê, bi raya giştî re parve kir. Komeleyê bernameya semîner û qursan ên li Amedê bide bi raya giştî re parve kir. Komeleyê li salonek taştê ya Navçeya Peyasê daxuyanî da û bername aşkere kir. Koordînatorê Komeleyê Duygu Bereketoglu, anî ziman ku xebata wan ji aliyê Qraliyeta Hollanda û çarçoveya bernameya Sefaretxaneya Enqereyê ya Matra ve tê destekkirin. Bereketoglu, anî ziman ku di destpêka bernameyê de ne û dê der barê binpêkirina mafan ên li dijî akademîsyenan, li ser sansur û otosansurê xebatan bikin û raporan amade bikin.