Çalakiyên ji bo Gulîstan Dokû sûc hatin dîtin 2020-02-18 11:02:50   DERSIM - Xwendekarên zanîngehê yên li Dersimê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û 4 rojan dibin çavan de hatin girtin, diyar kirin ku dibin çavan de sîxûrtî ferzî wan hatiye kirin û çalakiyên ji bo Gulîsan Dokû pêk hatin, weke sûc hatin dîtin.  Li Dersimê, polÎsan di 14’ê Sibatê de bi ser malan de girt û 7 xwendekarên zanîngehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û Propagandeya rêxistinê kirin” kiribûn binçavan. Her 7 xwendekar duh hatin berdin. Xwendekaran, diyar kirin ku sîxûrtî ferzî wan hatiye kirin û çalakiyên ji bo Gulîstan Dokû ya wan hatin lidarxistin, çalakiya 1’ê Gûlanê û çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sûc hatin dîtin.    ‘SOHBETA TAYBET’ FERZ KIRIN    Şiyar Şevlî, anî ziman ku bi armanca bertekê nîşanî binçavkirinê bidin ketin greva birçîbûnê û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de şekir nedan me. Hin kesên li Midûriyeta Polîsan xwestin ku ‘sohbeta taybet’ bi me re bikin. Lê hevalên me ev yek qebûl nekirin. Me dizanîbû ku daxwaza sîxurtiyê dikin. Ji bo agahiyên derve ji me bigirin ev dikirin. Bi vî awayî bangî 4 hevalên me kirin. Dîsa çalakiyên ji bo Gulîstan Dokû hatibûn kirin, ji me pirsîn. Ev çalakî weke sûc didîtin. Di heman demê de çalakiyên 1’ê Gulanê û çalakiyên cuda pirs kirin. Ev hemû çalakî jî çalakiyên qanûnî bûn. Ne sûc bûn.”    Mûstafa Abdalogûllari jî, da zanîn ku dibin navê “Mulakatê” de xwestin bi wan re hevdîtin bikin û wiha got: “Ji min re gotin ‘em dikarin di ezmûnên te de ji bo te bibin alîkar. Bi me re li derve û hûndir çay vexwe. Em hev bibînin.’  Min jî ji wan re got ‘ez li dijî vê yekeme. Pêwîstiya min bi alîkariya kesekê tuneye.’ Hemû çalakiyên ku me li dar xistibûn weke sûc hatin dîtin.”   ‘EMÊ MAFÊ XWE TIM BIPARÊZIN’   Abdalogullari, dest nîşan kir ku di demên dawî de li dijî xwendekaran li Dersîmê zextên mezin hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berê jî xwendekar dihat revandin û gef li wan dihat xwarin. Hewl didin ku hebûna kurdan a vê derê înkar bikin. Ferasta ku ‘Em çiqasê kurdan ji hev cuda bikin ewqas başe’ nêzî me dibin. Mafên me yên bingehîn çibe emê wê biparêzin û emê parastina xwe dewam bikin.”