‘Qey mirov dibêje li hundir edaletê belav dikin’ 2020-02-18 11:01:11 AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin bal kişand ser rêzbûna welatiyan a li ber Dadgeha Amedê û got: “Qey mirov dibêje li hundir edaletê belav dikin. Wek hawê tên ku li hundir ji bêedaletiyê re şahidiyê bikin.” Li Amedê hema bêje her serê sibê li ber avahiya Dadgehê dema welatî diçin hundir dikevin rêzê û rêza wan dirêj dibe. Ev rêzbûna welatiyan jî rastî balkêşiyek mezin tê. Îro jî serê sibê dema welatî dixwestin derbasî avahiya Dadgehê bibin ketin rêzê û rêz bi metroyan dirêj bû.    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di hesabê xwe yê Twîtterê de bal kişand ser vê rêzbûna welatiyan a li ber Dadgehê û twîtek balkêş parve kir.    Cîhan Aydin di twîta xwe de wiha got: “Rewşa têketina welatiyan a Dadgeha Amedê wiha ye. Qey mirov dibêje li hundir edaletê belav dikin. Wek hawê tên ku li hundir ji bêedaletiyê re şahidiyê bikin.”