Malbatên Roboskê: Gelo em vê êşê çawa pênase bikin? 2017-12-14 17:30:17   ŞIRNEX - Malbatên Roboskê di çalakiya hefteya 311’emîn a lêgerîna edaletê de kom bûn û daxwaza edaletê kirin. Malbatan bertek nîşanî Serokatiya Meclîsê dan û wiha gotin: “Em ji rayedarên nazik û dewleta xwe ya nazik dipirsîn; Gelo hûn dixwazin em vê êşa xwe ya bê tarif çawan pênase bikin."      Li gundê Roboskê ya navçeya Qilebana Şirnexê êrîşa hewayî pêk hatibû û 34 kes hatibû qetilkirin. Malbatên wan di çalakiya hefteya 311’emîn a Lêgerîna Edaletê de li ser gorên zarokê xwe kom bûn û pankarta "Ji bo Roboskê, ji bo edaletê, bila kujer bên darizandin" vekirin. Li ser navê malbatan Velî Encu daxuyanî xwend. Encu bal kişand ser 6’emîn salvegera komkujiyê û wiha got: “Kujer hîna jî nehatine dîtin. Parlamentera HDP’a Şirnexê Aycan Îrmez xwest bi her awayî komkujî bê lêkolîn kirin, lê ji ber ku Serokatiya Meclîsê ev pêşnûpirsa Îrmez “çûs û bi birîn” dît red kir. Welatiyên me cenazayên 34 kesên piraniya wan zarok ên bi balafirên şer hatin bomberdomankirin, li ser pişta hêstiran barkirin. Gelo hûn çawan dixwazin em vê êş, felaket û tabloya heyî ji we re terîf bikin? Gelo kuştina 34 kesan ne komkujiye, lê çiye?”     Encu, di dawiya axaftina xwe de bi boneya 6’emîn salvegera komkujiyê, banga xwedî derketinê li hemû rojnameger, nivîskar, ronakbîr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl kirin.