Der barê Kişanak û Anli û 63 endamên meclîsê de doza 'hevserokatiyê' 2020-02-18 09:13:44 AMED - Der barê Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên berê Gultan Kişanak û Firat Anli û 63 endamên meclîsa şaredariyê de ji ber "pergala hevşaredariyê" doz hat vekirin.  Serdozgeriyê Komarê ya Amedê der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên berê Gultan Kişanak û Firat Anli û 63 endamên meclîsê de ji ber "pergala hevserokatiya" ya li şaredariyê îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Asliye ya 10'an a Amedê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de Kişanak û Anli û 63 endamên meclîsê bi "peywira xwe xirab kirine" tên sûcdarkirin.    Di îdianameyê de tê diyarkirin ku Meclîsa Şaredariyê "pergala hevşaredarîtiyê" bi qebûl kiriye û tê gotin, "ji 85 endaman 64 endamî pergala hevşaredarîtiyê qebûl kiriye. Lê belê li şaredariyê û saziyên girêdayî wê kadroyeke normî ya bi navê 'hevserokatiyê' tuneye û loma şaredarî ji xeynî kadroyên normî yên hatine diyarkirin nikare kadroyeke din bi akr bîne."   Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Kişanak û Anli "peywira xwe xirab kirine" û "peywira cemaweriyê li gor usûlê nekirine" û tê xwestin ji 9 mehan heya 4 salan bên cezakirin.    Her wiha di îdianameyê de ji bo 63 endamên meclîsê jî tê xwestin bi îdiaya "peywira xwe xirab kirine" bên cezakirin û ji 6 mehan heya 3 sakan ceza li wan bê birîn. Di îdianameyê navê van endamên meclîsê derbas dibe: Abdûlkadîr Arzû, Abdûlsamed Bîlgîn, Azîze Deger Kûtlû, Abdûrrahman Zorlû, Adnan Akgul, Afullah Kar, Ahmet Aslan, Akîfe Çîftçî, Alî Ozgen, Alî Ozgoren, Amîne Demîr, Arîf Onkol,  Aysel Tokdemîr, Ayşe Çelîkbîlek, Bîrsen Kaya Akat, Cemal Ozturk, Cîhan Aydin, Derya Tamrîş, Erkan Erencî, Esverî Malçok, Etem Aşuroglû, Felat Ozsoy, Guldal Erdal, Guler Ozavci Dogû, Gulîstan Ektî, Gulîstan Kiliç, Hamdûllah Sûphî Aydin, Hatîce Ceren Elma, Hayreddîn Satar, Hulya Turker, Îhsan Suleymanoglû, Îlyas Tekîn, Îsmaîl Aydin, Kasim Bîrtek, Kerem Canpolatten, Kevser Aslan,  Mehmet Alî Aydin, M. Eşref Mamedoglî, Mehmet Karakoç, Mehmet Salik, Mehmet Dînar, Muhsîn Kiliç, Murat Ay, Murat Satici, Mustafa Emra, Nadîr Bîngol, Naşîde Bûlûttekîn Can, Ramazan Kartalmış, Rezzan Zûgûrlî, Sebîha Alçîçek, Seyîd Narîn, Şehmûs Aslan, Tûfan Tûnç, Turkan Topçû, Turkan Ûzan Avşîn, Yeşîm Yilmaz, Yuksel Bûdakçi, Zahît Çîftkûran, Zeynep Çelîk, Zozan Eren, Zûhal Tekîner, Cemîle Emînoglû.