Qeyûmê Mêrdînê şaredarî kiriye şîrketa malbatî: Xwarzîkê xwe danî ser şîrketa şaredariyê 2020-02-18 09:12:52 MÊRDÎN – Qeyûmê Mêrdînê Walî Mûstafa Yaman, xwarzîkê xwe Yûnûs Emre Akça daniye ser Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Her wiha hat hînbûn ku Mercan A.'ya li Îzmîr dijî jî meaşê xwe ji şaredariyê digire.  Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû û Waliyê Bajêr Mûstafa Yaman kiribû qeyûm. Derket holê ku qeyûm nelirêtî û bêusûliyeke nû kiriye. Qeyûm Yaman, xwarzîkê xwe Yûnûs Emre Akça daniye ser Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Lê belê ji ber ku roja qeyûm hatiye tayinkirin malpera înternetê ya şîrketê hatiye tabloya rêveberiya şîrketê tê veşartin.   XWARZÎKÊ WALÎ YAMAN    Akça, çawîşê pispor bûye û paşê Yaman ew aniye li şaredariyê bi cih kiriye. Her wiha gava Yaman berê jî bûbû qeyûm ew anîbû danîbû ser Daîreya Xizmetên Piştgiriyê. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê jî wî li Şaredariya Artûklûyê bi cih kiribû. Lê piştî di 19'ê Tebaxa 2019'an de Wezareta Karên Navxweyî Yaman kir qeyûm, Yaman vê carê xwarzîkê xwe danî ser Şîrketa Kentê.    LI ŞAREDARIYÊ 'OFÎSA HOME'YÊ    Her wiha piştî dîsa qeyûm hat tayinkirin hejmara karmendên bankamatîkê jî zêde bûne û hin kes jî bi awayê "home ofîs"ê dixebitin. Yek ji van kesan jî Mercan A. ye.    Hat hînbûn ku Mercan A. nêzî 5 meh in li Îzmîrê jî, lê meaşê xwe jî ji şaredariyê digire. Mercan A. di Şîrketa Anonîm a Kentê de kadro ye û tê diyarkirin ku karê xwe yê şaredariyê li mala xwe ya li Îzmîrê dike.