Polîsan rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî şewitand 2017-12-14 17:03:46   MÊRSÎN - Polîsên li nokteya lêgrînê ya Mezîtliyê maşîna karkerê înşaetê Mazlum Cengîz rawestandin û di lêgerîna maşînê de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî şewitandin û gotin "Tu vê rojnameyê nexwîne.”   Li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê di 14’ê Kanûnê polisan li rawestgeha polîsan karkerê înşaetê Mezlum Cengîz rawestandin û wesayîta wî kontrol kirin. Polîsên ku di wesayîta wî de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dît, şewitand.    Cengîz, bûyer wiha vegot: “Piştî kontrola ehliyet û ruhsatê polîsan di wesayîta min de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dîtin, min pirsa ‘Emekdar vê rojnameyê dixwînin an jî hûn dixwînin?’ Li ser vê yekê min got ‘Raste ez dixwînim.’ Gava polîs ji min pirsa ‘Gelo hûn çima vê rojnamê dixwînin kir’ min jî ji wî re got ez hemû rojnameyan dixwînim. Min got ez rojnameyên Hurriyet û Cumhuriyetê jî dixwînim. Dûre polîsan dest bi nîqaşên nehewce kirin.     'POLÎS ROJNAME AVÊT ERDÊ Û ŞEWITAND'   Tişta ku di wesayîta min de dîtin anîn xwarê. Piştî lêgerîna şûnde hin polîsên din hatin û cardin lêgerîn kirin. Ji bo rojnameyê pirsa ‘ne qedexe kiriye’ pirsîn. Dûre polîs rojname şewitand û avêt erdê.”   POLÎS: TU ROJNAMEYÊ NEXWÎNE   Cengîz, da zanîn ku ji wî re gotine tu rojnameyê nexwîne û wiha bi dawî kir: “Ev yek dûrî aqilaye, dixwazin biryar dê mirov kîjan rojnamê bixwîne jî bidin.”