Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Evrenselê jiyana xwe ji dest da 2020-02-17 18:04:06       STENBOLÊ - Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Evrenselê Cemal Dûrsûn jiyana xwe ji dest da.    Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Evrenselê Cemal Dûrsûn, li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest daç Hefteya borî Dûrsûn ji bo nerihetiya xwe çûbû nexweşxaneyê û ji ber teşxîsa pençeşêrê hatibû dayîn dest bi tedawiyê kiribû.    Dûrsûn di sala 1960'î de li gundê Rakasan ê Gimgima Mûşê hatibû dinê. Zewicandîbû û du zarokên wî hebûn.