Li Amedê çawîşekê pispor întîxar kir 2020-02-17 17:05:47   AMED - Li Amedê, çawîşê pispor Kadîr Toskar bi çeka xwe, di kafêyekê de întîxar kir.   Li Kolana Hûnerê ya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, çawîşê pispor Kadîr Toskar bi çeka xwe di kafêyekê de întîxar kir. Hat diyar kirin ku Toskar piştî hevdîtina telefonekê çeka di ber xwe re derxist û gule berda singê xwe. Xebatkarên kafeye bangî ambûlans kirin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer Toskar rakirin Nexweşxaneya Leşkerî. Ligel hemû mudaxileyan jî Toskar jiyana xwe ji dest da.    Polîsên ku di kafêye de cihê bûyerê lêkolîn bikin, dest danîn ser dîmenên kamerayê. Hat diyar kirin ku polîsan xebatkarê kafeyê ji bo ku îfadeyên wan bigirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.