Rêxistinên tenduristiyê: Tundî hebe xizmet tune 2020-02-17 14:52:04 STENBOL - Rêxistinên tenduristiyê dê di 15'ê Adarê de li dijî tundiya di xizmeta tenduristiyê de mîtîngê li dar bixin. Rêxistinên tenduristiyê têkildarî mîtîngê li pêş Fakulteya Tipê ya Çapayê daxuyanî dan û diyar kirin ku ger tundî hebe xizmet tune ye.  Odeya Tabiban a Stenbolê û rêxistinên tenduristiyê, ji bo xizmeta tenduristiyê ya bê tundî bixwazin, li pêş Fakulteya Tipê ya Çapa daxuyaniyê dan çapemeniyê û banga tevlêbûna mîtînga 15'ê Adarê kirin. Nûner û rêveberên sendîka û odeyên xizmeta tenduristiyê di çalakiyê de pankarta “Tundî hebe xizmet tune ye, Di 15'ê Adarê de tev li mîtînga Spî bibin" vekirin. Xizmetkarên tenduristiyê di çalakiyê de dowîzên ‘Heta tundî bi dawî bibe têkoşîn dê bidome" û "Berpirsiyarê pirsgirêkên di qada tenduristiyê de ne em in" rakirin. Nûnerê Odeya Tabîban a Stenbolmê, Odeya Dermanfiroşan a Stenbolmê, Odeya Hekîmên Dranan, Odeya Bêtaran, SES, Sendikaya Tenduristiyê ya Şoreşger, Sendîkaya Yekîtî û Piştevaniyê, Komeleya Teknîk û Teknisyenên Radyolojî û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê xizmetkarên tenduristiyê Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Pınar Saîp, daxuyanî xwend û xwest tundiya li ser xizmetkarên tenduristiyê bi dawî bibe.    Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Çetin Atasoy jî anî ziman ku 14'ê Adarê Roja Cejna Tipê ye û wiha got: "Lê ev roj bûye roja pirsgirêkên di qada tipê de. Xizmeta li gorî performansê ji bo pîşeyê me û tenduristiya gel, ji bo mafê tenduristiyê rîskê mezin pêş dixe. Endama Lijneya Rêveberiyê ya SES'ê Guneş Cengiz, diyar kir ku gelek hevalên wan bi KHK'ê ji kar hatine avêtin û wiha got: “Ger ku em kêfxweş bin em dikarin nexweşan jî kêfxweş bikin."    Xizmetkarên tenduristiyê anîn ziman ku dê her 17'ê mehê li dijî tundiya di xizmetê de daxuyaniyê bidin û nobetê bigirin. Nûneran bang li her kesî kir ku di 15'ê Adara 2020'an de li Enqereyê li dijî tundiyê tev li mîtînga Spî bibin û gotin "Ger ku tundî hebe xizmet tune ye."