Jinan banga 8'ê Adare kirin: Em li dijî tundî û qeyranê serî hildidin 2020-02-17 14:17:35 STENBOL - Platforma Jinan a 8'ê Adarê, banga tevlêbûna mîtînga 8'ê Adarê ku li Kadikoyê li dar bixin kir û xwest hemû jin li dijî tundî û qeyranê serî hildin û tev li mîtîngê bibin.  Platforma Jinan a 8'ê Adarê ku ji gelek saziyên jinan pêk tê, bi dirûşmeya "Em di 8'ê Adarê de tên cem hev", li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek nûnerên jinan tev li civînê bûn. Platformê bi ser navê “Li Dijî Qeyran û Tundiyê li Ser Piyan in, Em li Hemû Cîhanê li ser piyan in" daxuyanî dan. Li ser navê Platformê Sevda Erkilinç daxuyanî xwend û wiha got: "Li dijî qadên jiyanê yên jinan bi rêk û pêk tundî heye. Jin li hemû cîhpanê li dijî vê tundiyê li ser piyan in. Wekî her sal îsal jî em di 8'ê Adarê de li dijî tundiyê ji bo jiyanek bê kedxwarî û mêtîngerî li qadan in. Ji bo wekhevî û azadiyê emê dakevin qadan. Jin tevi hemû cudahiyên xwe li dijî tundiya mêr serhildana xwe bilind dikin. Em li dijî hemû tundiya li ser jinan milê xwe didin hev."    Erkilinç, anî ziman ku di salên dawî de kuştina jinan zêde bûye û wiha got: "Dengê Emine Bulut ê ‘Ez naxwazim bimirin' hêj di guhê me de ye. Dîsa Ceren Ozdemir ji aliyê mêrê ku qet nas nedikir ve hat kuştin. Şule Çet  ji qatê 20'an avêtin xwar û kuştin. Em dipirsin Nadira Kadirova, Rabia Naz û Gulistan Doku çi li wan hat?"    Îqtîdar li Rojhilata Navîn bi milyonan dolar pere li şer xerç dike. Ji ber vî şerê heyî jin rastî tacîz û tecawizê tên. Keda wan tê xwarin. Jin li dijî vê tundiyê dengê xwe bilind dikin û li kolanê rarstî tundiya polîsan tên. Em li dijî tundiya mêr, yên ser cînayetên jinê bincil dikin, yên şer sor dikin, yên qrîzê ava dikin, dengê xwe bilind dikin. Em hesap ji mêrê serdest, kapitalizmê û AKP’ê dipirsin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo têkoşînê mezin bikin, dixwazin di 8'ê Adarê de di hevdîtina Jinan a Kadikoyê de kom bibin û tev li mîtîngê bibin."