Li Geverê sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir 2020-02-17 13:41:23   COLEMÊRG - Li gundê Hirmin ê Geverê sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir.    Li mezraya Meşkan a gundê Hirmin ê navçeya Geverê ya Colemêrgê ku bi qasî 40 kîlometreyî dûrî navenda navçeyê ye, sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajar, ji bo rêya gund ku ji ber sitûriya berfê û moeyazê hatiye girtin, xebatên paqişkirina berfê dan destpêkirin. Hat diyarkirin ku li herêmê talûkeya aşûtê heye.