Şahidê Nepen: Parlak rojnameger e 2020-02-17 13:08:36 AMED - Parêzer Mehdî Ozdemîr, di danişîna doza Rojnameger Ferhat Parlak de, diyar kir ku şahidê nepen ê di îdîanameyê de diyar kiriye ku Parlak rojnameger e.  4'emîn danişîna doza Xwediyê Rojnameya Silvan Mucadele Ferhat Parlak a bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin, li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Rojnameger Parlak ê serbest tê darizandin û parêzerê wî Mehdi Ozdemir beşdarî danişînê bû. Di danişînê de parezerê Parlak Mehdî Ozdemîr, diyar kir ku şahidê nepen di îdîanameyê de diyar kiriye ku Parlak rojnameger e û xwest şahidê nehen ji beşdarî danişinê bibe û bi hevre li wî guhdar bikin. Heyeta dadgehê jî ji bo şahidê nepen di danişînê de amade bibe xwest nivîs bê nivîsandin û danişîna doza Parlak taloq kir. Heyetê danişina dozê taloqî 6'ê Gulanê kir.