Serokê dadgehê SEGBÎS rexne kir: Tim qût dibe 2017-12-14 16:16:31 MANÎSA- Di doza 138 endamên HDP'ê yên 57 ji wan girtî ne de, parêzaran xwest hin girtiyên ne anîne danişînê bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bikin, lê bal kêşe ku serokê dadgehê SEGBÎS berhemdar nedît û got tehdayî li mirov dike, anîna wan a vê derê dê rastir be.  Di danişîna dest pêkê ya doza 138 endamên HDP'ê yên 57 ji wan girtî yên Manîsayê ya di roja 4’emîn de li 3’yemîn Dadegeha Cezayê Giran a Manîsayê berdewam kir. Danişîna îro li gorî rûniştinên berê sakîn derbas bû. Hin HDP’iyên tên darizandin beşdar bûn, lê cardin girtiyên jin ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê ne anîn danişînê. Parlamenterê HDP’a Îzmîrê Muslum Dogan danişîn şopand. Piştî danasîna nasnameyan rûniştinê dest pêkir û HDP’îyan parastina xwe kirin.     SEROKÊ DADGEHÊ SEGBÎS REXNE KIR   Parêzaran xwestin girtiyên ne anîne dagehê, bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dadgehê bikin, lê serokê dadgehê segbîs rexne kir û wiha got: “SEGBÎS ne berhemdare. Tehdayî li mirov dike. Tim qût dibe. Qûtbûn dikeve navbera parastinê. Ji ber vê yekê anîna wan a vê derê dê rastir be.”