Delegeyên HDP'ê bi otobusa EGO hat revandin 2020-02-17 11:51:53 ENQERE – Delegeyê Lijneya Jor a HDP'ê Saîm Serîn, dema li nêzî mala xwe li otobusa EGO suyar bû, otobusê rêya xwe guhert û ew revand. Otobus ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û kesên polîs ji wî xwestin bibe sîxur.  Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Keçîorenê yê berê û Delegeyê Lijneya Jor ê partiyê Saîm Serîn, li semta Ovacik a Enqereyê saet li dora 11.00'an ê 9'ê Sibatê li Otobusa EGO ya hêjmar 286 a Şaredariya Bajarê Mezin suyar bû. Otobusa EGO piştre re guhert û ji aliyê kesên xwe wekî "Polîs" dan naskirin ve hat rawestandin. Serîn piştî di sala 2018'an de ji girtigehê derket bê navber ji aliyê polisan ve hat şopandin û rastî tundiya polîsan hat. Serîn, anî ziman ku vê carê polîsên ew sekinandin di bin navê “sohbet”ê de ji xwestin ku bibe sîxur. Serîn, anî ziman ku otobusa lê suyar bû li şûna bihata Kizilayê, ew birine Beşevlerê û wiha got: "Min got bawerim li erebeya şaş suyar bûme. Dema ez daketim û min numara otobusê kontrol kir min dît li otobusa rast suyar bûme. Hêjmara Otobusê 286 bû. Di wê navberê de kesên xwe wekî polîs dan naskirin hatim cem min. Xwestin bi min re sohbetê bikin. Min nexwest bi wan re sohbetê bikim. Ez bi zorê birim cafeyê. Li cafeyê der barê HDP'ê de pirs ji min pirsîn. Got ‘Tu ji rêveberên HDP'ê kê nas dike? Tu çi karî dike? Niha tu çima rêveberiyê nake? Çima tu endamê HDP'ê ye? û pirsên din pirsî."    Serîn, anî ziman ku ji polîsan re got 'We ez anîm cihê şaş' û wiha axivî. "Min got we ez anîm cihê şaş. Diviya bû we ez anîbûma midûriyeta polîsan.Telefona xwe dan min û xwestin çi çara min xwest karibim alîkarî ji wan bixwazim. Dîsa diyar kirin ku dikarin bi her awayî bibin alîkar û xwestin ez sîxuriyê ji wan re bikim. Piştî van serpêhatiyan ez çûm Karê Otobus, Xaz û Ceyranê (EGO) ya Şaredariya Bajarê mezin a Enqereyê û min got: “Otobusa hêjmar 286 rêya xwe guhert û ez birim cihê şaş. Rayedaran jî got ew otobus di wir re derbas nabe. Min xwest girtekê bidin min. Lê girtek jî nedan min. Îdîa kirin ku otobusê rêya xwe neguhertiye. Min xwest bi rayedaran re hevditin bikim. Lê destûr nedan.    JI 61 KESAN XWESTIN BIBIN SÛXIR   Serîn, anî ziman ku HDP partiyek zagonî û fermî ye û koma wan li meclîsê heye û wiha got: "Ez ê heta dawî şopdarê vê dozê bim. Min der barê EGO û polîsan de serlêdana sûc kir." Serîn, têkildarî bûyerê seri li Şaxa ÎHD'ê dan. ÎHD'ê diyar kir ku li gorî rapora wan a sala 2019'an polîsan ji 61 kesan xwestiye bibe sîxur."      MA / Emrullah Acar