‘Xewna Şevek Havînê’ dê li Enqereyê bê pêşandan 2020-02-17 10:43:34 ENQERE - Lîstika "Xewna Şevek Havînê" ya Şanoya Bajar a Amedê, dê li Enqereyê bê pêşandan. Şanoya Bajar a Amedê, wê lîstika "Xewna Şevek Havînê" ya Wîllîam Shakespeare li Enqereyê bide pêşandan. Wê lîstik sibê di 20.00'an de li Yenî Sahneyê ya li Kizilayê bê pêşandan. Lîstik ji aliyê Kawa Nemir ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û derhêneriya wê Ferhad Feqî dike.