Li Girtîgeha Kalkandereyê qepsûnên guleyan davêjin baxçeyên qawîşan 2020-02-17 09:06:52 EDENE - Mûrat Şîmşek ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Riza dimîne, diyar kir ku rayedarên girtîgehê hîna jî girtiyên siyasî di qawîşên girtiyên edlî de digirin û got: “Qepsûnên gulayan davêjin baxçeyên qawîşan û bi vê gefan li girtiyan dixwin.”    Girtî Mûrat Şîmşek ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Riza dimîne, di hevdîtina telefonê ya heftane de ji malbata xwe re behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn kir. Şîmşek, di hevdîtina bi malbata xwe re kir de ev agahî dan: “Girtiyên siyasî hîna jî di qawîşên girtiyên edlî de tên girtin. Girtiyên edlî, zextên derûnî li girtiyên siyasî dikin, gefa kuştinê li wan dixwin û heqaretê li wan dikin.”    'QEBSÛNÊN GULEYAN DAVÊJIN BAXÇEYÊN QAWÎŞAN’   Şimşek, diyar kir ku ev 5 salin di vê girtîgehê deye û wiha got: “Rayedarên girtîghehê, di meha Çile de pêkanîna ‘li hev xistin - li hev anînê’ xistiye dewrê. Li girtîgehê her roja diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Hemû girtiyên siyasî, xistin beşa girtiyên edlî. Em jî vê pêkanînê şermezar dikin. Gardiyan her roj bi ser qewîşên me de digirin û me derp dikin. Qepsûnên gulayan ên vale davêjin baxçeyên qawîşan. Em van guleyan weke delîl li ba xwe digirin. Ji ber ku em van pêkanînan şermezar dikin, bi sîrgûn, qedexeya hevdîtin û hucreyên yek kesî, gefan li me dixwin.”    Şimşek, banga hestiyariyê kir û wiha rêz kir: “Em bangî saziyên mafên mirovan û raya girtî dikin ku li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin. Em dixwazin di demeke herî nêz de, bi lezgînî bi Komîsyona Şopandina Mafê Mirovan a Meclîsê, yan jî bi parlamenteran re hevdîtinê çêbikin. Li vê girtîgehê, bi dehan binpêkirinên mafên mirovan tên jiyîn. Heya roja îro bi tu awayî ev rewş nehat sererast kirin. Niha tu ewlekariya canê me tuneye.”    'EM DIXWAZIN EV BÊMAFÎ BI DAWÎ BIBE'   Dayika Şîmşek Bedîa Şîmşek bertek nîşanî vê rewşê da û wiha axivî: “Ji ber van pêkanînên li girtîgehê, derbarê rewşa girtiyên me de fikar û gumanên me hene. Em dixwazin ku ev bêmafî û binpêkirinên mafan bi dawî bibin.”    Derbarê van gotinên Şîmşek de, me xwest em hevdîtinê bi rayedarên girtîgehê re pêk bînin, lê rayedarên girtîgehê derbarê mijarê de tu agahî nedan.    MA / Hamdûllah Kesen