Neçîrvan ketine şopa nêçîra Pezkoviyên Cudî 2020-02-17 09:06:14 ŞIRNEX - Pezkoviyên li Çiyayê Cudî dijîn û nifşê wan li ber tunebûnê ne, li şûna bên parastin, di bin êrîşa neçîrvanan de ne. Welatiyan diyar kirin ku giliyê wan li ber çavan nayên girtin û pezkoviyên li vir nayên parastin. Pezkoviyên ku li Çiyayê Cûdî dijîn û nifşê wan hindik maye, divê bên parastin. Her çend biryara paratinê hatibe dayîn jî dîsa neçîrvanên ku ji dervê bajar tên û bi dizî neçîrê dikin, jiyana wan dixin xeteriyê. Neçîrvanên ku ji berina berfê sûdê digirin, ketine pey şopa pezkoviyan. Neçîrvanên ku ji dervê Şirnexê hatine û di bin navê seyda "Keroşk û kevokan de" derdikevin seydê, bi dizî pezkoviyan jî dikujin. Welatiyên dibin şahidê vê yekê û li rayedaran gilî dikin jî giliyê wan li ber çavan nayê girtin. Gundiyên herêmê bang li rayedaran û ekolojîstan kirin û xwest li dijî vê yekê tedbîr bên girtin û neçîra van sewalan bê qedexekirin.    Welatiyê Gundê Sorbitminê yê Navçeya Sîlopiyê Îlyas Yaghan diyar kir ku di rojên dawî de hêjmara neçîrvanan zêde bûye û bi awayekî dizî pezkoviyan dikujin. Yaghan, anî ziman ku neçîrvan tên kîvroşk, kev, çûk û sewalên din dikujin û neçîra wan dikin û wiha got: "Ev sewal guneh in. Divê ev sewal bên parastin. Divê neçîra wan bê qedexekirin. Em dixwazin neçîrvan dest ji vê seydê û kuştina sewalan berdin. Ev li dijî sinc û wîcdan e. Ger ku rayedarên dewletê bixwazin, dikarin wan asteng bikin. Lê naxwazin. Em dixwazin ev neçîrvan bên cezakirin û neçîrê li wan qedexe bikin."   MA / Mujdat Can