'Me xwest xeyalên Tahîr Elçî pêk bînin' 2020-02-17 09:04:51 AMED –Edîtorê Ferhenga Têgihên Hiqûqî Mîkaîl Bilbil, derbarê armanc û xebata Ferhenga Têgihên Hiqûqî ku nû çap kirin de agahî dan û wiha got: “Li edliyê û dadgehan, wergera parastinan şaş dihat kirin. Ev projeya Tahîr Elçî ye. Me xwest xeyala wî pêk bînin. Ji bo em rê li pêş van şaşiyan bigirin zimanekî hiqûqê ava bikin me ev ferheng çap kir.”    Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê û edîtorê Ferhenga Têgihên Hiqûqî Mîkaîl Bilbil û Parêzer Muhlîs Ogurgul derbarê Ferhenga Têgihên Hiqûqî ku nû çapkirin de agahî dan. Edîtorê Ferhengê Mîkaîl Bilbil, diyar kir ku ziman li dadgeh û edliyeyê şaş dihat wergerkirin û wiha got: “Ji bo em rê li pêş van şaşiyan bigirin û xebateke mişterek pêş bixin me pêdivî dît. Vakif li ser termînolojiya zanistên din jî dixebite”    Bilbil, da zanîn ku ji 2017’an û vir ve piştî amadekariyeke dirêj pêvajoya komxebatan dest pê kir û wiha axivî: “Ev ferheng encama 22 komxebatan e. Pisporên ziman û hiqûqê bi hevre xebatên ferhengê kirin. 20 kesan di xebatê de cih girtin. Ji çar perçeyên Kurdistanê zimannas  û hiqûqnas tev li xebata ferhengê bûn. Ev xebatek kolektif e û ji aliyê zimannas û hiqûqnasan ve hat amade kirin.”   Bilbil armanca xebata ferhengê wiha anî ziman: “Di termen zanistî de kêmasiyek mezin heye. Termên zanista civakî, felsefî, derûnî, û tibbî heta niha bi disiplînekê nehatiye nivîsanin. Me baro û Vakafa Mezopotamya di vê qadê de kêmasî dîtin û dest bi xebatê kir. "    'JI GELEK ZANÎNGEHAN BEŞDARÎ XEBATÊ BÛN'    Bilbil, bal kişand ser termên hiqûqê û wiha axivî: “Ji bo kêmasiyên teknîk çareser bibe û têgih di cihê xwe de bên axaftin û nivîsandin me pêdivî pê dît. Gelek zimannas û hiqûqnas ji zanîngehên cuda hatin tev li xebatê bûn. Akademîsyen û profesorê ziman û hiqûqê hebûn. Ji Zaningeha Dihok, Zaxo û Raperînê profesorên ziman hatin. Ferhengnûsên soranî, kurmancî û zazakî di xebatan de cih girtin."     Bilbil, bal kişand naveroka ferhengê û wiha lê zêde kir: “Di ferhengê de 5 ziman hene. Nêzî hezar termên hiqûqê hene. Pênase bi kurdî û tirkî ne. Dîsa têgih bi Tirkî, Kurdî, Îngîlîzî, Farisî û Erebî hatiye nivîsandin. Pisporên zimanên din jî din ava vê xebatê de cih girtin. Me ewil termên sereke yên hiqûqê tespit kirin û nivîsandin. Niha hezar peyv heye. Lê em armanc dikin ku bikin 3 hezar peyv. Ji bo vê xebatê lêhûrbûn û baldariyek lazim e."    ‘JI ZARAVAYÊN KURDÎ YÊN DIN SÛD GIRTIN'    Bilbil, ani ziman ku di nivîsandina termên Kurmancî de ji zaravayên din sûd girtine û wiha lê zêde kir: “Li Başûr çend ferheng hatine çapkirin. Me ji ferhenga Nurî Talabanî sûd girt. Me peyvek ji nûve ava nekir, me kom kirin. Di rêbazê de hiqûqnasan wateya peyvê digot. Pênaseya peyvê digotin. Zimanzan jî di rastnivîsa peyvê de dibûn alîkar. Di aliyê morfolojik de dibûn alîkar."    Bilbil, bibîr xist ku ev xebatek mînak e û wiha berdewam kir: “Di warê termînolojiyê de xebat kêm in. Di xebatên wisa de êdî Kurd kolektif dixebitin. Lêbûrbûn, zanîn û sebrek ji vî karî re lazim e. Kelek kes bi vê xebata me kêfxweşiya xwe tînin ziman. Ev nûnertiya zanistiya Kurdî ya hiqûqê dike. Divê hemû qadên zanistî xebatên wisa bikin. Rojekê dê ferhenga Kurdî û Kurdî ya mezin çêbibe. Xebata me ji bo xatirê Tahir Elçî dest pê kir. Ev wekî diyariya rehmetî Tahir Elçî me amade kir.    ‘JI BO KU XEWN Û XEYALA TAHIR ELÇÎ PÊK HAT EM KÊFXWEŞ IN’   Parêzer Muhlîs Ogurgul jî diyar kir ku ev fikra Tahir Elçî ye û wiha got: “Wî dixwest di aliyê ziman, dadgeh û wergerê de kêmasiyê heyî rast bike. Ji ber vê yekê li ser navê Baroya Amedê pêdivî dît û dest bi vê projeyê kiribû. Lê ji ber hat qetil kirin ev xeyala wî bi cih nehat. Li ser vê yekê me biryar da xeyala wî pêk bînin. Ji bo ku me xewn û xeyala Tahîr Elçî bicih anî em kêfxweş in.”   ‘XEBAT DÊ BIDOME'    Ogurgul, anî ziman ku wan li ser termên hiqûqî peyv  kom kirin û nivîsandin û got: “Ziman her dem xwe nû dike. Ji ber vê yekê xebatên me jî dê bidomin. Di aliyê parastinê de kelek kêmasî hene. Em hewl didin ku van kêmasiyan bi dawî bikin. Me di 2019’an de di bin banê Baroyê de Komîsyona ziman ava kir. Ev komîsyon dê di pêşerojê de li ser ziman, çand, hunerê jî bixebite. Baro endama Tora Ziman û Çanda Kurd jî di nava xebatê de cih digirin."    MA / Fahrettîn Kiliç