ROJEVA 17'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-17 09:00:02 * Edîtorê Ferhenga Têgihên Hiqûqî Mîkaîl Bilbil, der barê armanc û xebata Ferhenga Têgihên Hiqûqî ku nû çap kirin de agahî da û wiha got: “Li edliyê û dadgehan, wergera parastinan şaş dihat kirin. Ev projeya Tahîr Elçî ye. Me xwest xeyala wî pêk bînin. Ji bo em rê li pêş van şaşiyan bigirin zimanekî hiqûqê ava bikin me ev ferheng çap kir.”  * Ambargoya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê ya hefteya borî rastî êrîşa DAIŞ'ê hat, 8 meh in didome. Ji ber ambargo û dorpêça li ser Mexmûrê nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Welatiyê kampê Serhat Taş, anî ziman ku ji ber nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan.    * Pezkoviyên li Çiyayê Cudî dijîn û nifşê wan li ber tunebûnê ne, li şûna bên parastin, di bin êrîşa neçîrvanan de ne. Welatiyan diyar kirin ku giliyê wan li ber çavan nayên girtin û pezkoviyên li vir nayên parastin.   * Mûrat Şîmşek ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Riza dimîne, diyar kir ku rayedarên girtîgehê hîna jî girtiyên siyasî di qawîşên girtiyên edlî de digirin û got: “Qepsûnên gulayan davêjin baxçeyên qawîşan û bi vê gefan li girtiyan dixwin.”    * Rojnameger Ferhad Şamî, geşedanên li ser xeta Heleb û Idlibê di navbera rejîmê û El Nusra de peş dikevin nirxand û diyar kir ku operasyonên rejîmê û Rûsya yên li dijî El Nusra û komên dîtin berdewam dikin. Şamî anî ziman ku heta niha 8 nokteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ketine bin dorpêça hêza rejîm û Rûsyayê.     * Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi boneya balê bikişînin ser tercîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bi tevlêbûna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Otela Hîl a li Taksimê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Odeya Tabiban a Stenbolê ji bo xizmeta tenduristiyê ya bê tundî bixwazin dê li pêş Fakulteya Tipê ya Çapa daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Platforma Jinan a 8'ê Adarê dê bi hişyariya "Em di 8'ê Adarê de digêjin hev" li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)