Çepnî: Divê têkoşîna li dijî şer û parastina ekolojiyê bibin yek 2020-02-16 17:11:42   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî, di panela ekolojiyê de axivî û xwest têkoşîna li dijî şer û têkoşîna parastina ekolojiyê bibe yek û wiha got: "Heta em têkoşîna li dijî talankirin û wêrankirina ekolojiyê didin bi têkoşîna li dijî şer re nekin yek em nikarin bi ser bikevin. Divê em heman têkoşînê li dijî şer jî bidin."    Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Enqereyê, li navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) panela “Bandora şer a li ser ekolojiyê" li dar xist. Endama Meclisa HDK'ê Yagmur Yurtsever pêşkêşiya panelê kir. Nivîskar Haluk Aytekin, Endama MYK'ê ya Partiya Çep a Kesk Selda Onurlu, Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Hulya Yildirim û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî di panelê de axivîn. Endama Meclisa Ekolojiyê ya HDK'ê Asrin Keleş, di destpêkê de diyar kir ku pirsgirêka sereke qeyrana ekolojîk a kurevî ye û wiha got: "Ji ber talankirin û wêrankirina kapitalizmê ya li ser derdorê nexweşî pir zêde bûne. Divê her kes li dijî polîtîkayên Kapitalizmê yên wêranker têbikoşe. Em wekî HDK'ê bang li her kesî dikin ku bi awayekî çalak ji bo parastina ekolojiyê têbikoşin."    Panelîst Selda Onurlu jî bal kişand ser bandora şer a li ser ekolojiyê û wiha got: "Pirsgirêka ekolojiyê, ziman, bawerî û sînoran nas nake. Pirsgirêka ekolojiyê kurevî ye. Em îro dinerin av kêm dibe. Êdî axa bi bereket a çandiniyê jî kêm dibe. Cureyên giha û nebatan her ku diçe kêm dibe. Dîsa cureyên sewalan jî kêm dibe. Bi pêşketina sanayiya çekan û ceribandinên çekên nukleerî xweza wêran û talan dibe. Divê li dijî şerê ku xwezayê talan û wêran dike têkoşînek hevpar bê dayîn."    ÇEPNÎ: DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE BIKIN YEK'    Murat Çepnî jî bal kişand ser têkoşîna li dijî şer û têkoşîna parastina ekolojiyê û wiha got: "Bi taybetî li ser axa Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn şer pir dijwar e. Sanayiya şer çavkaniya xwe ji sotemeniya fosilan digire. Ev dibe sedema qeyrana Avhewayê. Têkoşîna li dijî talankirin û wêrankirina parastinê kêm e. Heta ku em têkoşîna li dijî talankirina ekolojiyê didin, li dijî şer jî nedin, ev tekoşîna parastina ekolojiyê zêde encam nagire. Divê têkoşîna li dijî talankirina ekolojiyê berî her tiştî li dijî şer bê dayîn. Ji ber ku şer dibe sedema talankirin û wêrankirina ekolojiyê. Têkoşîna li Derya Reş, Ege û herêmên din ji bo parastina ekolojiyê tê dayîn divê li dijî şer jî bê dayîn. Îro HES’ên li herêmê tên avakirin ji bo ewlehiyê tên avakirin. Divê em vê yekê jî wekî polîtîkayên şer bigirin dest. Bendava Heskîfê jî yek ji bendavên ku ji bo ewlehiyê tê çêkirin e. Divê em têkoşîna xwe ya li dijî şer a herêmî û kurevî bikin yek."      Endama OHD'ê Hulya Yildirim jî li ser aliyê têkoşîna hiqûqî rawestiya û wiha got: "Li qadên madenê, ji ber sektorên înşaet û enerjiyê, wêran dibin û qadên jiyanê li vir tune dibin. Divê di pêvajoya dozên ekolojiyê de rê li pêş rantê bê girtin. Wekî Heskif, Sûr, Sûrên Amedê û Cerattepe şirketên mezin gelek pere li vir xerç dikin. Di pêvajoyên van dozan de encamgirtina dozên hiqûqî zahmet e.  Ji bo vê yekê divê têkoşîna hiqûqî û têkoşînên din bi hevre bên meşandin. Divê têkoşîna civakî bê pêşxistin. Têkoşîna hiqûqî bi tena serê xwe têr nake."    Herî dawî panelîst Haluk Aytekin jî ani ziman ku şer bandorek neyînî li ser jiyana biyanî dike û wiha got: “Di şer de tenê mirov nayên kuştin. Sewal, nebat û zindiyên biyanî jî dimirin û tên kuştin."