Polîsê Kemal Kurkut kuşt hêj li ser kar e 2017-12-14 15:43:38 AMED - Di danişîna doza kuştina Kemal Kurkut de derket holê ku polîs Y.Ş. yê ku Kemal kuşt tenê 3 mehan ji kar hat dûrxistin û niha hêj li ser kar e. Dozger xwest polîsê kujer bê girtin û bi girtî bê darizandin.    Yekemîn danişîna doza polîsê kujer Y.Ş. yê di 21'ê Adarê de li qada Newrozê Kemal Kurkut kuşt, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Malbata Kurkut a ji Meletiyê hatin Amedê, parlamenterên HDP'ê û nûneren saziyên civakî jî di navde gelek kesan doz şopand. Gelek parêzeran dos  şopand. Polîsê kujer Y.Ş. jî bi riya SEGBÎS'ê tev li dozê bû û parastin kir. Derket holê ku Y.Ş., piştî înfaza Kurkut tenê 3 mehan ji peywirê hat girtin, lê piştî 3 mehan dîsa vegeriya ser kar. Polîs Y.Ş. di îfadeyê de diyar kir ku 3 mehan ji kar hat dûrxistin dîsa vegeriya ye ser kar. Y.Ş., parast ku bi aliyê Kurkut ve 2 gule berdaye û wiha got: "Min piyê Kurkut nîşan girt. Piştî bûyerê ez vegeriyam ser peywira xwe ya li qada Newrozê"    Lê di dîmen û wêneyan de tê dîtin ku dema Y.Ş. ji nêzîk ve gule berdaye Kurkut û raste rast sînga Kurkut hedef girtiye û gule berdaye.  Di salona danişînê de dayika Kemal Kurkut Secan Kurkut, ji ser hişê xwe çû u dayika Kurkut Secan piştî bêhal bû derxistin dervê salonê.    DOZGER XWEST POLÎS BÊ GIRTIN   Piştî polîs Y.Ş. ê Kemal Kurkut kuşt parastin kir, rojnameger Abdurrahman Gok yê wêneyê kêliyê înfaza Kurkut  kişandin weki şahid tev li danişînê bû. Piştre dozger xwest polîsê ku hêj li ser kar e, li gorî xala 100'emîn a CMK'ê bê girtin û girtî bê darizandin.