Ciwanên HDP’î bertek nîşanî binçavkirinan dan 2020-02-16 17:06:28   EDENE - Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê, li Edene û Mêrsînê, bertek nîşanî binçavkirinên endamên xwe dan.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê, derbarê endamên xwe yên hatin binçavkirin de, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Meclîsa Ciwanan Mahmût Dalmîş, binçavkirinên endamên meclîsa xwe şermezar kir û wiha got: “Desthilatdariya heyî ciwanan dixwe hedef. Di serdegirtinên malan de, ciwan û malbatên xwe rastî mûameleyên xerab hatin. Li hemberî van binçavkirinên bêhiqûqî bersiva me pir zelale. Emê têkoşîna xwe ya ciwantiyê, bi binçavkirin û girtinan tu carî bi dawî nekin. Em dixwazin demildest hevalên me yên dibin çavan de bên berdan.”   MÊRSÎN    Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya li Mêrsînê jî, bertek nîşanî operayonên binçavkirinê da. Meclîsa Ciwanan bi vê boneye li avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê Meclîsê Omer Atîlla, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “12 endamên me hatin binçavkirin. Bi zextan dixwazin ciwanan teslîm bigirin. Lê em ê li dijî hemû zextan têkoşîna xwe dewam bikin. Em dixwazin, demildest endamên me bên berdan.”