'Di pirsgirêka kurd de sermuzakerevan Ocalan' 2020-02-16 16:52:53   AGIRÎ - Li Agiriyê, parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan di xwarina piştevaniyê de axivî û got: “Di pirsgirêka kurd de sermuzakerevan Birêz Abdûllah Ocalan e.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Bazîd a Agiriyê xwarina piştevaniyê da. Parlamenterên HDP’ê Abdûllah Koç, Omer Ocalan û gelek welatî beşdarî bernameya xwarinê bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, di bernameya xwarinê de axivî û bal kişand ser tecîdkirina Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan.    Ocalan, diyar kir ku pirsgirêka gelê kurd tu carî bi polîtîkayên şer û zextan nayê çareser kirin û wiha got: “Bi sedsalane pirsgirêka kurd dewam dike. Êdî ev pirsgirêk bûye pirsgirêka demokrasiyê. Sermuzakerevanê vê pirsgirêkê jî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdûllah Ocalane. Divê demildest diyaloga bi Birêz Ocalan re bê destpêkirin. Encex bi rê û rêbazên demokratîk pirsgirêka gelê kurd were çareserkirin. Ji bo ku ev pêş bikeve, pê divî bi yekitiya kurdan heye. Divê em li dijî polîtîkayên şer ên qezencên gelê kurd dike hedef, yekitiya gelê kurd ava bikin. Avakirina yekitiya gelê kurd, wê bi xwe re statûya gelê kurd ava bike û mafê kurdan bixe bin garantiyê.”   Piştî axaftinê, bername bi gerandina guvendê bi dawî bû.