11 kesên li Edenê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-02-16 15:34:37   EDENE - Li Edenê, 11 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Polîsan duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, bi ser gelek malan de girtin û 11 kes binçavkirin. Polîsan kesên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan û piştî îfadeyên wan girtin, sewqî edliyê kirin. Dozgerê ku îfadeya 11 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin girtin, bi daxwaza şertê kontrola edlî bên berdan sewqî Dadgeha Cezayê Sûlh a Nobedar kirin.    Dadgehê her 11 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan.