Malbata Azad Çetîn ê QSD’î şîna kurê xwe bi dayîna mewlîdê bi dawî kir 2020-02-16 15:15:52   AMED - Malbata Azad Çetîn ê QSD’î ku li bajarê Eyn Îsayê jiyana xwe ji dest da, bi dayîna mewlîdê şîna kurê xwe ya sê rojan dewam kir, bi dawî kir.   Malbata Azad Çetîn (Sîdar Şer) ê ku di 3’yê Sibata 2020’an de li bajarê Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di topbarana çeteyên OSO’yê de jiyana xwe ji dest dabû, şîna kurê xwe bi dayîna mewlîdê bi dawî kir. Malbatê beriya sê roja li Mala Şînê ya Temira ya li Taxa Bagcilar a Navçeya Rezana Amedê şîn danî bû. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziya Tosûn, Endam û Rêveberên MEBYA-DER’ê, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr,  navçeyên Rezan, Peyas, Yenîşehîr, Sûr, Farqîn, Bismil, Hênê û Hezroyê, endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) û Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê beşdarî mewlûdê bûn.   Piştî xwendina mewlûdê şîn bi dawî bû.