Kesên di qedexeya Hezexê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2020-02-16 15:11:29 ŞIRNEX - Kesên di qedexeya derketina kolanan a Hezexê de, jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Hezexê, kesên di qedexeya derketina kolanan a di 16’ê Sibata 2016’an de, li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat îlankirin û 43 rojan dewam kir de, jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Bîranîn li avahiya HDP’ê hat lidarxistin. Ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêzgirtin hat girtin. Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sebahattîn Denîz, di bîranînê de axivî û wiha got: “Di dema qedexeyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û mal hatin hilweşandin. Em kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi rêzdarî bi bîr tînin.”   Parlamanterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî, bal kişand ser bûyerên di dema pêvajoya qedexayê de hatin jiyîn û wiha got: “Di civîna MGK’ê de ‘plana rizadinê’ hat girtin. Ew pêvajo bi vê planaê ve girêdayî bû. Bi vê planê êrîşî destkeftiyên gelê kurd kirin. Gelê kurd xwest ku xwe bi rêve bibe, daxwaza nasname û azadiya xwe dikir. Lê statükoya heyî, ne li Îranê, ne li Iraqê û ne jî li Sûriyeyê, naxwazeke ku gelê kurd bi tu awayî mafê xwe bi dest bixe. Hikumeta AKP’ê, di vê çarçoveyê de ev plan derxist holê. AKP’ê bi vê armancê li her derî li dijî gelê kurd û hêzên demokratîk dest bi şer kir.”   'EMÊ BI SER BIKEVIN’   Ozguneş, da zanîn ku ji bo ku kesek jiyana xwe ji dest nede û aştiyeke mayîn de pêk were ewê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ozguneş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “An emê bi ser bikevin, an emê bi ser bikevin.”    Piştî axaftinên hatin kirin, sînevîsyon hat pêşandan û dûre bîranîn bi dawî bû.