Çerkezoglu dîsa bû Seroka Giştî ya DÎSK'ê 2020-02-16 14:44:39   STENBOL - DÎSK'ê 16’emîn Kongreya xwe ya asayî bi tevlêbûna 335 delegeyan pêk anî. Di kongreyê de Arzu Çerkezoglu ji nûve Seroka Giştî ya DÎSK'ê hat hilbijartin.    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li Navenda Kongre ya Halîçê bi hişyariya "DÎSKA 2020’an, Keda Tirkiyeyê" 16’emîn Kongreya Giştî ya Asayî li dar xist. Kongre, piştî 2 rojan bi dawî bû. Di kongreyê de Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, bi dengê 310 delegeyan ji nûve Seroka Giştî ya DÎSK'ê hat hilbijartin. Namzeta Seroka Giştî ya DÎSK'ê Kader Îpek Altinbulak jî tenê dengê 25 delegeyan girt û nehat hilbijartin. Ji bo Sekreteriya Giştî Serokê Sendîkya Birleşik Metal Îşê Adnan Serdaroglu hat hilbijartin. Remzî Çalışkan, Alaaddin Sarı, Kazım Dogan, Mustafa Aguş û Seyit Aslan jî ji bo rêveberiya sendîkayê hatin hilbijartin.